Loxer xitimandin, şêniyên Sûrê di nava qenalîzasyonê de hiştin 2017-10-25 09:40:19 AMED – Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê, piştî birîna av û ceryanê, vê carê jî loxer hatin xitimandin û ji ber vê kuçe di nav av û gemara qenalîzasyonan de man. Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê, ku di bin navê “veguherandina bajêr” de rûxandin hatibû destpêkirin, piştî 5 mehan etaba ewil a rûxandinê bi dawî bû. Li Taxa Alîpaşayê li şûna malên hatin rûxandin çêkirina malên nû bênavber didome. Çend roj berê ji bo rûxandina etaba duyemîn, ekîpmanên Dîcle EPSAŞ’ê bi refeqatiya polîsan hatin Kuçeya Sûyê ya Taxa Alîpaşayê û dîreg û têlên ceryanê rakiribûn.    Piştî birîna ceryanê, welatiyan anî ziman ku loxerên Kuçeya Sûyê yên Taxa Alîpaşayê bi keviran hatine xitimandin û hefteyeke ev weziyet heye. Şêniyên kuçeyê gotin ku her hefte bi cezayekî cuda re rû bi rû dimînin û ji ber loxer hatine xitimandin bêhneke nexweş ji derdorê tê. Welatiyan diyar kir ku ew gelek caran li DÎSKI’yê geriyane, lê belê kesî guh nedaye wan. Welatiyan diyar kir ku DÎSKÎ’yê wiha gotiye: “Ew der qada rûxandinê ye. Li TOKÎ’yê bigerin.”