Li Midyadê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û 11 kes birîndar bûn 2018-10-12 13:53:10   MÊRDÎN - Li ser rêbejahiya Mîdyad û Hezexê TIR û mînîbusekê rêwiyan li hev qelipîn û di qezayê de 2 kesan jiyan xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.   Li ser rêbejahiya dinavbera navçeya Hezex a Şirnexê û navçeya Midyadê ya Mêrdînê de, TIR’a plakeya wê 76 AN 309 û mînîbûsa rêwiyan li hev qelipîn.   Halîme Karabalik a 45 salî û Rihan Tayfan a 70 salî di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Ekîbên ambûlansê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.    Ji ber qezayê, rê li trafîqê hat girtin.