‘Dadgehê ne edalet, polîs parastin’ 2018-10-12 13:29:28   COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê Saît Dede, bertek nîşanî biryara 11 sal û mehek cezayê girtîgehê ya di danişîna doza Geverê de, ji bo polîsê ji maşîneya zirxî ya tîpa kobra gule reşand û 4 kes kuştin hat dayîn, da û got: “Dadgehê ne edalet, polîs parastin.”   Li Kolana Cengîz Topel a Gevera Colemêrgê, di 8'ê Cotmeha 2016'an de wesayîta zirxî ya polîsan kesên li ser peyarêyê dimeşiyan guleberan kiribû. Di gulebaranê de Serhat Bûldanê 15 salî, Rahmet Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen mirin û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûn. Der barê Î.M. ê polîs de doz hatibû vekirin. Di danişîna 11’ê Cotmehê ya hat dîtin de, dadgehê ji bo Î.M. ê polîs ji ber sedama “Bi zanebûn gelk kes kuştin û birîndar kirin” 11 sal û mehek cezayê girtîgehê birî. Lê daxwaza girtina bersûc hat redkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemergê Saît Dede, diyar kir ku biryar ne hiqûqiye û wiha axivî: “Ji bo îxbarekê bi sedan kes tên binçavkirin û girtin. Lê li ber çavê hemû kesan polîs guleyan direşîne û 4 kesan dikuje. Ligel vê jî cezayekê mîna xelat didin polîsa.”   'BI VÊ BIRYARÊ MALBAT MEXDÛRTIR KIRIN'   Dede, anî ziman ku bi neqlkirina dozê re erka necezakirinê hatiye dayîn û wiha got: “Bi hinceta ewlekariyê doza ji Geverê birin Amedê. Bi ser bûyer re salek derbas bû. Bersûc hat berdan û bi  vê biryarê malbat mexdûrtir kirin. Wezîrê Karê Hûndir beşdarî taziya malbatan bû û soz da bû ku bersûcan ceza bikin. Ji ber vê malbat li benda muebeta girankirî bûn. Lê dadgeh li şûna bendewariyên malbatan bi cih bîne, ji bo polîsê ku 4 kes kuştin û 2 kes jî birîndar kirin tenê cezayek da. A rastîn diviya bû, du polîsên din ên ligel polîsê sûcdar jî bihatan darizandin. Bêguman weke di vê dozê de jî derket holê, di dadgehan de hêza ewlekariyê weke zirx tê bi karanîn. Dadgeh li şûna edaletê biparêze, polîsên ewlekariyê parastine. Ji ber ku kesên Kurd hatin kuştin, bûyer li Geverê pêk hat  û bersûc jî polisin. Dema mijar dibin hêzên ewlekariyê hemû tişt ji bo wan serbest dibin. Em li dijî van pêkanîn û nêzîkatiyên faşîzane ligel gelê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.”