Paylan: 'Lêçûnên veşarî' yên AKP’ê li hevkarên wê tên belavkirin 2018-10-12 12:37:00   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di bin navê "lêçûnên din" û "pereyên sergirtî" de lêçûnên veşarî yên pir zêde dike û îktîdar van pereyan li hevkarên xwe belav dike.    Li gorî rapora Butçeya Rêveberiya Navendî ya TUSÎAD'ê, hirûmetê di sala 2016'an de 55 milyar TL, di sala 2017'an de 65 milyar TL di bin navê “lêçûnên din" de pere hat xerçkirin. Lê nayê zanîn ku ev pere li ku û ji bo çi hatiye xerçkirin. Di 8 mehên sala 2018’an de 30.4 milyar TL pere hat xerçkirin. Ji sedî 34.4 lêçûna muteahhitiyê ku nêzî 10.4 milyar TL ye, di bin navê "Lêçûna din" de veşartî tê girtin. Dîsa di raporê de lêçûna di bin navê "pereyên sergirtî" de jî pir zêde hatiye xerçkirin. Di raporê de hat diyar kirin ku ji bo sala 2018'an ji sedî 70 valahiya butçeyê heye û heta serê salê dê 100 milyar TL valahî çê bibe. Dîsa ji sedî 53'ê butçeyê pereyên sergirtî ne.    Têkildarî lêçûn û butçeya sergirtî aborînas û Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di bin navê "lêçûnên din" û "pereyên sergirtî" de lêçûnên veşarî yên pir zêde dike û îktîdar van pereyan li hevkarên xwe belav dike. Paylan, da zanîn ku piştî Tirkiye mudaxaleyî şerê li Sûriyeyê kir û şûnde 'Lêçûna veşarî' zêde bû û wiha got: "Tevî cûreyên lêçûnên din em gelek cureyên lêçûnan nabînin. Di çarçoveyên projeyên cemaweriye de Nexweşxaneyên Bajaran tên avakirin. Pir û rê tên avakirin. Em lêçûna van projeyan di projeyan de nabînin. Tu agahiyan nadin wekîlan. Ev pere ji butçeya Tirkiye tê xerçkirin. Bi taybetî di mehên dawî de piştî dowîz li hemberî tl zêde bû, lêçûna "Pereyê sergirtî" jî zêde dibe. Niha aboriya nelirêtiyê xistine meriyetê. Bi taybetî proje bi hevkariya komên sermayedar ên nêzî hikûmetê tên amadekirin. Li vir nelirêtî heye. Vê lêçûnê wekî cudeyên din di nava butçeyê de veşişêrin. Minak fona betalî-bêkariyê li bankayên cemaweriyê xerç kirin. Di serdema ku pereyê xezînê tune ye, ev pere li ku hat xerçkirin? Hi hişmendiya padîşah welat bi rêve dibin. Ev xebatên Erdogan ên keyfî ne. Erdogan, li hevkarên xwe yanî kesên ku stiyê xwe li hemberî wî ditewînin çavkaniyê dide wan. Bi navê pereyê veşartî û lêçûnên din pereyê cemaweriyê li hevkarên xwe belav dikin.    MA / Selman Guzelyuz