Rojnameger ji ber xebatên KCD û TJA tên sûcdarkirin 2018-10-12 12:05:34 AMED - Rojnamegerên di operasyona navenda wê Amed a 9 bajaran pêk hat de hatin binçavirin, ji ber xebatên Desteya Giştî ya KCD û TJA yên di 8-9’ê Îlonê de hatin kirin, tên sûcdarkirin.    Di çarçoveya operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnameger û siyasetmedaran di saetên serê sibê yên 9’ê Cotemê pêk hatin de, polîsan bi ser 200 adresan de girtin, ji 151 kesên derbarê wan de biryara binçavkirinê hebûn, 120 binçav kirin. 23 kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade dan, hatin berdana. Ji 25 kesên duh sewqî edliya Amedê hatin kirin, 12 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û bi rojnameger Kîbriye Evren re 13 kes hatin girtin. Nêzî 75 kesên dinavê de rojnameger Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal, Cîhan Olmez, Mehmet Akdogan û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşam Savaş Aslan heyî li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.     Hat diyar kirin ku gelek rojnamegerên dibin çavan de, di îfadeyên xwe yên li Midûriyeta  Polîsan de mafê xwe yê bêdengbûnê parastin. Rojnamegerên li dû nûçeyan her roj baz didin, bi îdîayên “Li ser navê rêxsitinê beşdarî xebat û çalakiyan bûyîn” tên sûcdar kirin. Hat destnîşan kirin ku pirsîn “Têkiliya we bi PKK/KCK’ê heye? Erka we ya nava rêxistinê de çiye? Kodê ku hûn dinava rêxistinê de bi kar tînin çiye?” tim ji rojnamegeran tên kirin.     IXBARA BÊNAV: VAN RAWESTÎNIN     Rojnameger, bi ixbara kesekê bênav ê di 19’ê Îlona 2018’an saet 21.31’an de li Şaxa Elektronîk a Mûhabere ya Midûriyeta Polîsan a Amedê geriyayî tên sûcdarkirin. Îxbarker wiha dibêje: “Qewet be. KCK’î tiştnan dikin. Civînên veşartî lidardixin. Diçin Îraqê, Qendîlê, Erbîlê û paşve vedigerin. Hin çaran bi pasaportan diçin û hin çaran jî bi qaçaxî diçin û vedigerin. Li wê derê civînan pêk tînin û fermanên li wê derê jî tînin Tirkiyeyê. Diçin Ewropa jî civînan lidar dixin. Li Amedê gelek malên wan hene. Li van malan civînên veşartî pêk tînin. Van rawestînin. Bila navê min veşartî bimîne.”    BI TJA TÊN SÛCDARKIRIN    Kesekê din ê bênav ê di 28’ê Hezîrana 2018’an de li Şaxa Elektronîk a Mûhabere ya Midûriyeta Polîsan a Amedê diger, di îxbara dike de wiha dibêje: “Ezê derbarê PKK’ê de çend tiştan bêjim. Jinên PKK’î navê KJA li xwe kiribû. Dema hat girtin TJA avakirin. Jin li vê derê kom dibin. Li aliyê Ofîsê... Hemû kar û xebata wan lidarxistina civînane û di van civînan de li serr Ocalan û tecrîdê nîqaş dikin. Şopdarên wan diçin vê derê. Ger tiştek din seh bikim ezê peyam bişînim.”   DESTEYA GIŞTÎ YA KCD’Ê   Şahidê veşartî yê binavê “Ezel” jî di îxbara dike de wiha bilêv dike: “Di komîteya weşanê ya çapemeniya rêxistinê de cih digirn. Li ser Skyp’î bi endamên rêxistinê yên li Başûrê Iraqê dimînin re diaxivin. Rojnameger bi van ixbatan tên sûcdarkirin.