Jin ‘Warê Xemrî' vedikin 2018-10-12 11:58:53   STENBOL -  Tora Parastina Jinê, bi armanca polîtîkayên feminîst pêş bixe û piştevaniya jinan xurt bike cihê “Warê Xemrî" vedikin. Endama Tora Parastinê Fulya Dagli, diyar kir ku ew dê li vî warî hem bi hevre hilberînin û xwe bi hêz bikin û hem jî bi hevre têkoşînê pêş bixin."   Tora Parastina Jinê, bi armanca polîtîkayên feminîst pêş bixe û piştevaniya jinan xurt bike, dê sibê li Kadikoyê cihê “Warê Xemrî" vekin. Jinên femînîst ên li qadên cuda kar dikin dê li vir kom bibin û tekoşîna hevpar pêş bixin. Jin bi armanca tevgera feminist bi hêz bikin, dê li vir kargerî, panel, semîneran pêk bînin û fîlman bidin pêşandan. Dîsa dê şahiyên muzikê û gele xebatên din li vir pêş bixin. Warê Xemrî dê li vir nerîn û pêşniyara jinan jî bistînin û li ser ve yekê planên nû bidin pêş xwe. Endama Tora Parastinê Fulya Dagli, diyar kir ku ew dê li vî warî hem bi hevre hilberînin û xwe bi hêz bikin û hem jî bi hevre têkoşînê pêş bixin."   Endama Tora Parastinê Fulya Dagli, anî ziman ku di Nîsana 2016'an de ji Şahiya Jinan a Morfestê bi bandor bûn û wiha got: “Di Morfestê de gelek kargeriyên hilberinê hatin avakirin. Kargeriyên hiqaşê yên feminist hatin avakirin. Di van kargeriyan (atolye) de gelek nerîn, pêşniyar û fikrên rengîn derketin holê. Li ser têkoşina hevpar niqaş hat kirin. Ev ji bo me bû fikrek nû. Me xwest tevgera jinan bêtir bi hez û rêxistin bikin. Têkildarî Warê Xemrî me gelek civîn pêk anîn û me gelek niqaş kir. Li ser vê yekê me xwest warekî xweser û serbixwe yê jinan ava bikin. Jin dê li vê qadê karibin aram û azad niqaş bikin û xwe bînin ziman. Dê xwe wekhev hîs bikin. Dê li vir hilberînên xweser bên kirin. Dê bi hevre parve bikin û şêwirmendiyê pêş bixin."   'EM DIXWAZIN LI DIJÎ DÎKTATORIYA ERDOGAN PARASTINA CEWHERÎ YA FEMÎNÎST PÊŞ BIXIN'   Dagli, da zanîn ku her jinek cuda rastî serdestiya mêr tê û wiha axivî: “Faşîzma Qesr-AKP'ê bi rijîma nû dijminantiya Jinê pêş dixe. Em dixwazin li dijî polîtikayên dijminantiya jinê, têkoşîna hevpar û polîtîkayên femînîst pêş bixin. Em dixwazin li dijî dîktatoriya Erdogan a dijminantiya jinê parastina cewherî ya feminîst pêş bixin. Em dixwazin li vî warê xemrî bi panel, semîner, kargerî û filman ji rêxistinên cuda û jinên cuda yên femînîst li hev kom bikin û têkoşina hevpar pêş bixin. Em bawer dikin ku jinên tev li van xebatan û vî warî bibe dê gelek tişt li me zêde bikin. Projeya Warê Xemrî hêj xelas nebûye. Her dem xwe nû dike û pêş dixe. Navê Xemrî (Mor) nasnameya me û têkoşîna me tînê hiş û aqilan. Warê me ji hemû jinan re vekiiye. Em dê li vir bi hevre hilberinîn û bi hevre têkoşînê pêş bixin. Em bang li hemû jinan dikin ku sibê tev li vekirina Warê Xemrî bibin."    MA / Necla Demîr