Kesek li Balafirgeha Dîlokê hat binçavkirin 2018-10-12 10:56:13   RIHA - Zelîha Yalçin a ji bo biçe Îsvîçre çû Balafirgeha Dîlokê hat binçavkirin.    Zelîha Yalçin a berî 20 rojan ji bo betlanê ji Îsvîçre hat navçeya Xelfetî ya Rihayê, piştî betlanê xwest vegere Îsvîçre. Yalçin a ji bo biçe Îsvîçre çû Balafirgeha Dîlokê, di nuqteya kontrolê de hat binçavkirin. Yalçin a hinceta binçavkirina wê nehat zanîn, birin Şaxa TEM’ê ya Dîlokê.