Tanrikulu: Kurd dê di sindoqê de bersîvê bidin operasyonên dijhiqûqî 2018-10-12 10:40:02   ENQERE - Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, bertek nîşanî operasyonên siyasi yên li Amedê pêk hat dan û diyar kir ku kurd dê di sindoqê de bersîvê bide van operasyonên dijhiqûqî. Endamê Meclîsa CHP'ê Erdal Aksunger jî anî ziman ku ji niha de polîtîkayên rizandinê yên li hemberî hilbijartina rêveberiyên herêmî pêş dixin.    Di 9'ê Cotmehê de li 9 bejarên ku navenda wê Amed bû bi fermana Serdozgerê Amedê der barê 151 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn û operasyon pêk hat. Di operasyonê de siyasetmedar û rojnameger jî di navde zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin. Duh ji 25 kesên sewqî dozgeriyê kirin, di navde endan û rêveberên HDP, DBP û rojnameger jî hebûn jê 13 kes  hatin girtin.    BERIYA HILBIJARTINÊ DARAZ KIRINE PÊLÎSTOK    Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu, anî ziman ku ev operasyon têkildarî hilbijartina rêveberiyên herêmî ne û wiha got: "Dixwazin bi vê operasyonê xebatên HDP’ê yên hilbijartina rêveberiyên herêmî asteng bike. Mixabin beriya her hilbijartinê daraz dibe amûr û pêlîstoka destê siyasetê. Di 10 salên dawî de mixabin beriya her hilbijartinê kadroyên partiyên siyasî yên muxalif rastî operasyonê tên. Niha bi hezaran rêveberên HDP’ê ku di navde wekîl u şaredar jî hene girtî ne. Niha jî bi operasyonên din berê xwe didin kadroyên mayî. Bi zextan dixwazin heviyên mirovan ên têkşînê bişkînin. Kurd dê teqez li ser sindoqê bersîvê bidin van operasyonên dijhqûqî. Partiya ku ketiye hilbijartinê û gel ew şandiye meclîsê dixwaze kriminalize bikin. Ev yek xizmeta aştiyê ya Tirkiye nake. Di pêvajoya hilbijartina herêmî de Serokomar Erdogan dibêje 'Em dê qeyûm tayîn bikin' Zagona Îdariyên Mahallî pivana namzetan diyar kiriye. Yên ku pîvanê wan têr  bike dê karibin bibin namzet. YSK dê biryara vê yekê bide. Şaredarê ku YSK'ê biryara namzetiya wî dabe Erdogan nikare mudaxale bike. Ger ku Erdogan bêje 'Ez dê qeyûm tayin bikim' Ev sûcê qanûna bingehîn e. Dixwazin bi vê rêbazê mirovan ji sindoqê dûr bixin."    POLÎTÎKAYA RIZANDINA HILBIJARTINÊ YE   Endamê Meclîsa CHP'ê Erdal Aksunger jî anî ziman ku ji niha de polîtîkayên rizandinê yên li hemberî hilbijartina rêveberiyên herêmî pêş dixin. Aksunger, da zanin ku niha polîtîkaya rizandina hilbijartinênên rêveberiyên herêmî pêş dixin û wiha got: "Erdogan HDP’ê dike hedef. Ev yek pir talûke ye. Partiyek di meclîsê de cih digire. Bi dengê gel hatiye hilbijartin û rêzdariya gel qezenç kiriye."