Li Cûdî xwezayê qetil dikin 2018-10-12 10:23:28 ŞIRNEX - Santrala Termîk a Sîlopî ya girêdayî Koma Cîner, bi salane bi rêbazên kargeriya madena vekirî asfaltê derdixe û xwezaya herêmê Çiyayê Cûda qetil dike. Ji ber karkeriya madenê, du girên herî mezin ên herêmê tune dibin.  Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, Koma Cîner a nêzî hikumetê tê zanîn a kargeriya santrala termîkê dike, dibin navê “Faliyetên madenvaniyê” de, li herêma Ciyayê Cûdî dibe sedama rûxandina xwezayê. Ji bo qada madenê ya santrola termîkê ya dinavbera bajarokên Bêspîn û Gîte yên navçeyê de, her sal di encama operasyonên leşkerî de, şewatên mezin rû didn û du girên herî mezin ên Çiyayê Cûdî bi tunebûnê re rû bi rû ne.    BI HEZARAN DAR BIRÎN    Li ser her du girên Çiyayê Cûdî, di dawiya sala 2008’an de falîyetên madenvaniyê hatin mezin kirin û heya roja îro bi hezaran dar hatin birîn û qadên jiyana zindiyan hatin tunekirin. Ji madenê asfalta  dişibe komir û petrola jêderk sotemeniyê tê derxistin. Taşeronên herêmî û rayedarên AKP’ê bi hevre vî karî dikin.    QADA MADENÊ BERFIREH DIKIN    Di karê madene de bi sedan kamyon û kepçan didin kar kirin û her roja diçe qada madenê berfirehtir dikin. Li qada madenê tim dînamîtan diteqînin, hemû toz û dûmana teqînê welatiyên gundên derdorê bandor dike.