‘Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzetin’ 2018-10-12 10:10:58   STENBOL – Namzeta Baroya Stenbolê Parêzer Eren Keskîn got: “Ji bo parastina edalet û azadiyê em li cem hev in. Ji bo em her nasnameyan biparêzin û her nasname dikaribe xwe azad îfade bike em hatin kêleka hev. Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzetin.”    Tekane rojeva Baroya Stenbolê hilbijartin e. Baroya Stenbolê di navbera 20-21’ê cotmehê de li Navenda Kongreya Halîçê kongreya xwe li dar bixe û heta niha 10 namzet hene. Namzeta Koma Parêzerên Demokratên Azadîxwaz (ODAV) Parêzer Eren Keskîn e û têkoşîna xwe ya parastina mafê mirovan tê nasîn.    Keskîn der barê hilbijartin û namzetiya xwe de axivî û diyar kir ew li ser daxwaza hevalên xwe yên ciwan bûye namzet û namzetiyê jî wek peywîrekê qebûl kiriye. Keskîn anî ziman ku ji ew bêtir di qada mafê mirovan de cih bigire bûye namzet û got: “Li qada demokrasî, mafê mirovan, aştiyê gellek binpêkirinên mafan pêk tê. Di pêvajoyek wiha binpêkirina mafan de pêdiviya me hin bêtir bi piştevanî û yekîtiyê heye.”    DI ODAV’Ê DE BÎRDOZIYA FERMÎ NÎNE    Keskîn got ew mafdar in û wiha dewam kir: “Her tim em mafdar in. Me her tim mafê mirovan û demokrasiyê parast. Em ne ew kesên bîrdoziya fermî difikirin. Bi rastî jî em dixwazin her kes li gorî fikir, nasname û baweriya xwe azad îfade bikin. Em hiqûqek wiha dixwazin. Ji bo em mafdarin ez nêrîna xwe nikarim biguherînim, lê divê qanûna bên guhertin. Ez kesek ku ji bilî çeka polîsan min nedîtiye lê ez bi îdiaya ‘endama rêxistina çekdar’ têm darizandin. Ev bi tu hiqûqê nayê ravekirin. Ji bo baweriya min bi mafdariya me tê û ji bo li hemû qadên azadiya raman û xwe îfadekirinê guhertinan pêk bînin namzeta boroyê me.”    'JI BO EM BAROYÊ BI RENGÊ XEMRÎ BOYAX BIKIN’    Keskîn da zanîn ku ji 10 namzetan 2 namzet jin in û got: “Ev jî dide xûyakirin ku hêj jin li qada civakî û siyasetê cih nagirin. Lê lîsteya me berevajî vê yekê ye. Ji lîsteya me ya rêveberiya 10 kesî 7 jê jin in. Lîsteya me bi giranî ji jinan pêk tê. Li cihê jin lê zêde bin li wir bêtir têkoşîna aştî, mafê mirovan û jinan heye. Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzet in. Em dixwazin baroyê demokratiktir bikin.”    'EDALET Û TIRS LI KÊLEKA HEV NABE’    Keskîn destnîşan kir ku ew ê bi slogana “Ji bo edlaet û azadiyê em li cem hev in” dê biçin hilbijartinê û wiha got: “Herî zêde di vê pêvajoyê de pêdivî bi edaletê heye. Me jî xwest em di vê pêvajoyê de bibin namzet. Me di danişînan de naxwazin. Em nikarin xwe bigîhinin dadger û dozgeran. Halbukî em aliyekî darazê ne. Hema bêje dixwazin hemû deriyên edliyeyê li me bigirin. Ji bo dosyeyek ku em biçin cem dozgerekî, neçarin destûrê bixwazin. Heke destûr bidin em diçin hundir. Berê ne wiha bû. Tirsek mezin li ser darazê heye. Çimkî dadger û darazên di rojekê de ji kar hatin girtin hene. Her çiqas dadger û dozger dizanibin biryarên didin şaş in jî lê nikarin biryarek cuda bidin. Çimkî ditirsin. Edalet û tirs li kêleka hev nabe. Li cihê ku tirs hebe edalet pêk nayê. Ji ber vê yekê jî em edaletê derdixin pêş. Ji bo edalet û azadiyê em mafê parastinê qet bernedin. Parêzerî teşeyê jiyana me ye. Em ji pîşeya xwe gellek hez dikin. Em dizanin ku em wek dadger û dozgerek xwedî hemû mafan e. Em ê vê yekê jî pêk bînin.”    'JI BO BAROYEK DEMOKRATÎK Û WEKHEV’    Keskîn anî ziman ku ew ê baroyê di her warî de demokratiktir bikin û got: “Em ê bikin her nasname dikaribe xwe azad îfade bike. Ji bo kes pev neçe û ji her nasnameyê rêz bê girtin em ê li cem hev bin. Em ê baroyek ku her tim li cem hev bin ava bikin. Makeqanûn hilberîna darbeyê ye. Ji bo guhertina makeqanûnê em ê bi israr bin. Em ê di warê hiqûq peymana navnetewî de ku pêk bê xebatan bikin. Di serî de em dixwazin jin û LGBTÎ û hemû kesên tune tên hesibandin ji bo rêveberiya baroyek demokratîk û wekhev me destek bike.”    MA / Yasîn Kobulan - Sadik Topaloglu