Yekîneya taybet li Girtîgeha Edeneyê girtî derb kirin 2018-10-12 09:55:05   ÎZMÎR - Yekîneya Taybet a Hêza Amade ku ji 20 kesan pêk tê, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Edeneyê Fîkret Kara û Hakan Încî yên girtî derb kirin. Dayika Fîkret Kara Naime Kara, bang li cemaweriyê kir û xwest her kes hestiyar nêzîk bibin.    Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Edeneyê Fikret Kara û Hakan Încî diyar kirin ku rastî lêdana 20 kesên Yekîneya Taybet a Hêzên Amade hatin. Dayika Fikret Kara Naime Kara, diyar kir ku girtî ewil rastî gefên gardiyanan hatin û piştre rastî lêdana gardiyanan hatin. Dayika Fikret Kara Naime Kara, diyar kir ku bi riya telefonê bi kurê xwe re axivî û kurê wê agahî daye wê ku rastî tundî û lêdana gardiyanan hatiye. Kara, anî ziman ku tundiya derûnî êdî derbasî tundiya fîzîkî bûye û wiha got: "Di 4'ê cotmehê de komek gardiyan li ber kawîşa kurê min û Hakan Încî kom bûn û ewil bi devkî gef xwarin û piştre derb kirin. Kurê min di salekê de 4  caran sirgûn bû. Herî dawî bi armanca ceza bikin şandin girtîgeha Edeneyê. Di kawîşa 3 kesan de 2 kes dimînin. Ewil pirtûk nedan, niha jî heqê sohbeta nava girtiyan daxistine 3 saetan. Hêdî silav dayîn jî li wan qedexe kirine. Hakan Încî ji bo silav daye cîranên xwe rastî ceza hatiye. Li girtigehê her dem pirsgirêk hene. Ceza di nava ceza de dide girtiyan. Gefên “Em dê we li pey xwe kaş bikin û bibin" li girtiyan dixwin.    'KURÊ MIN JI 10 CIHAN DERB XWAR'   Kara, destnîşan kir ku piştî kurê wê Fîkret Kaya û Încî birin Hekimtiya Înfazê li ber kawîşê rastî lêdana gardiyanan hatine. Komek gartiyan li ser serê wan kom bûn û li wan xistin. Linç kirin û hiştin. Ne tenê niha her tim rastî gefan û tundiya fîzîkî tên. Li derve rastî tundiya hêzên çevîk tênk û li girtîgehê jî rastî tundiya gardiyanên Hêzên Amade tên. Kurê min ji 10 cihên cuda derb xwariye. Hakan Încî jî ji situ û serê xwe derb xwariye û birîndar bûye. Kurê min berê jî rastî 2 sal cezayê hevdîtina vekirî hatin û 2 salin min kurê xwe nedîtiye. Her dem mafê girtiyan tê binpêkirin. Ji ber ku ez wî nabînim pir bi fikar im. Pir bihêrs im. Sibê dikarin bêjin 'Serê xwe li dîwar xist û jiyana xwe ji dest da'. Ez pir bi fikar im."    Dayika Hakan Încî Kader Încî jî anî ziman ku bi telefonê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û kurê wê diyar kiriye ku koma ji 20 gartiyanên taybet pêk dihat bi copan êrîşî wan kiriye.