‘Qeyûm şaredariya gel veguherand şaredariya rantê’ 2018-10-12 09:51:43   RIHA - Wêranşariyan, diyar kirin ku qeyûm şaredariya gel, veguherand şaredariya rantê û got: “Bajar veguheriya halê xwe yê berî 19 salan. Em şaredariyê weke vîna xwe nabînin û em ê ji qeyûm bigirin.”   Bertekên li dijî gotinên Serokê Giştî yê APK û Serokkomar Tayyîp Erdogan a “Emê dîsan qeyûm tayîn bikin” mezin dibin. Wêranşariyên navçeya Rihayê jî bertek nîşanî Erdogan ê qeyûm tayîna şaredariya wan kir dan    Welatiyê Wêranşarê Sefer Taş, diyar kir ku  ligel hemû êrîşan jî Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) di sala 1999’î şaredartî qezenc kir û wiha axivî: “Ji wê rojê û vir ve dewletê tu xizmet ji bo bajarê me nekiriye. Navçeya me weke kavilan bû. Binesaziya wê ya avê, rê û ceyranê tunebû. Ji ber vê yekê mirovên me tim nexweş diketin. Piştî9 HADEP’ê şaredarî qezenc kir, çara yekîn av anî bajêr. Dûre rê û binesaziya abajêr ava kir.   ‘TIM XIZMET KIR’   Taş, anî ziman ku dinava 5 salan de navçeya wan hat xweşkirin û wiha got: “Partiyên pergalê û dewletê tiştên nekarin bi salan bikin, HADEP’ê dinava 5 salan de kirin. Çi pirsgirêkên gel hebûn, hatin çareser kirin. Piştî HADEP’ê partiyên siyasî yên Kurd ên li navçeyê şaredartî qezenc kirin jî, bi xizmetên xwe tim bi gel re bûn. Ji ber vê tim rastî êrîş û zextan hatin. Gelek xebatkarên şaredariyê hatin girtin. Serokê şaredariyê bi dehan car hat binçavkirin. Lê tu carî gav paşve ne avêt û tim xizmet kir.”     ‘QEYÛM XIZMET DAXIST ASTA HERÎ JÊR’   Taş, da zanîn piştî qeyûm hat tayînkirin, navçe veguherî halê xwe yê salên 1999’an û wiha bilêv kir: “Bi polîtîkayên qeyûman hemû destkeftîyên gel tune kirin. Di nava du salan de, navçe veguherî şantiyek qerase. Rê hemû xerab bûne. Li şûna şaredariya gel, şaredariya rantê anîn. Bi dehan xebatkar ji kar avêtin. Qeyûm şaredarî kiriye  cihê ranta endam û alîgirin AKP’ê. Hemû projeyên DBP’ê yên di nivîde mabûn dizin û li ser van xwe bi rêve birin. Di şaredariyê êdî mûxatap tuneye. Gel êdî nikare bikeve şaredariyê. Bi qeyûm re xizmeta li bajêr tune bû û 16 sal paşvebûn çêbû. Qeyûm bi çavê dijminantiyê li gel mêze dike. Bi artêşa muhafizekarên xwe ve dikeve nava gel. Gel hemû jê direvin û naxwazin wî bibînin.”   ‘EMÊ DÎSAN QEZENC BIKIN’   Welatî Ahmet Înan jî, destnîşan kir ku qeyûm bi vîna wan nehatiye hilbijartin û wiha bilêv kir: “Ji ber ku AKP’ê nekarî şaredariyan qezenc bike, qeyûm tayîn kir. Ji ber vê em qeyûm weke rêveberiya navçeyê nabînin û qebûl nakin. Vîna gel dizin û şaredariyên gel xesp kirin. Hilbijartin nêz dibin. Ligel hemû êrîş û zordariyan jî emê dîsan şaredariyên xwe ji wan bistînin û qezenc bikin.”