Kesê di binçavan de birin daristanekê îşkencekirin 2018-10-12 09:17:39 ÎZMÎR - Hat îdiakirin ku Yîgît Usteyê 18 salî ku li Torbaliya Îzmîrê hatiye binçavkirin û paşê hat girtin, berî ku wî bibin emniyetê wî birine daristanekê û li wir 6 saetan hatiye îşkencekirin û sîxurtî lê hatiye ferzkirin. Malbat dê polîsan gilî bike.  Polîsan di 5'ê Cotmehê de li Taxa Asarlik a navçeya Menemen a Îzmîrê avêt ser malan. Lê di avêtina ser malan de ji ber ku Yîgît Uste yê 18 salî ne li mal bû, polîsan di 7'ê Cotmehê de li navçeya Torbaliyê ew binçavkirin. Piştî binçavkirinê rojek şûnde Yîgît bi îdiayên "fealiyetên li ser navê rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hat girtin. Lê belê hat îdiakirin ku dema Uste hat binçavkirin wî birine daristanekê û li wir 6 saetan hatiye îşkencekirin. Uste, tiştên hatin serê wî ji parêzerê xwe û malbata xwe re gotin. Bav Harbî Uste, diyar kir ku dema polîsan avêtiye ser mala wan heqaret li wan kiriye û çek spartine serê wî.    Bav Uste, anî ziman ku dema wî bihîstiye kurê wî hatiye binçavkirin, ew li emniyetê geriyaye û jê re gotin "Kurê te ne li vira ye." Bav Uste got: "Emniyeta Torbaliyê ji me re got Yîgît ne li vira ye. Piştî 6 saetan şûnde hayê me jê çêbû ku kurê min li emniyetê ye. Dema parêzerê me çû bi Yîgît re hevdîtin çêkir, got serê wî û destên wî werimandîbûn."   SÎXURTÎ LÊ FERZKIRIN    Bav Uste got kurê wî jê re gotiye: "Piştî min birin emniyeta Torbaliyê, bi wesayîteke sivîl çar kesên ser çavên wan girtî min birin. Min birin daristanekê. Li wir 6 saetan bi awayekî dijwar ez îşkence kirim. Destê min rewş bûne. Serê min werimiye. Sîxurtî li min ferz kirin. Polîsan ji min re got 'Tu yê bêjî ez endamê PKK'ê me, tu yê hin navan ji me re bibêjî. Ger tu bi me re bixebitî em ê alîkariya te bikin. Tu yê bêjî ez kadro me. Em ê te bi vî awayî bibin emniyetê. An jê em ê te nebin emniyet. Hela pantorê wî jê bikin.' Dema polîs pantorê min ji min dikir, rûpoşa xwe derxist û min ew nas kir. Min jê re got tu li Emniyeta Çankayayê dixebitî. Wî jî ji min re got 'Em te baş nas dikin. Em li ezman li te digeriyan lê me te li erdê dît.' Paşê di bêtêlê de ji wan re gotin wî bibin emniyetê. Paşê dîsa ser çavên min. Ji ber ku ser çavê min girtîbû, min nizanibû min dibin kuderê. Dema parêzerê min hat, wê çaxê hayê min jê çêbû ku li emniyetê me."    RAPOR NEDANÊ    Bav Uste, diyar kir ku hîn jî serê kurê wî werimandiye û destên wî reş in, lê belê dîsa jî rapor tenduristiyêê nedane wî.    DÊ GILIYÊ POLÎSAN BIKE   Bav Uste bilêv kir ku ew ê li Dozgeriya Komarê giliyê polîsan bike û serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bide.    Parêzer Zafer Încîn jî, diyar kir ku canê muwekîlê wê reş bibû û birina wî ya daristanê û îşeknecekirina wî serdemên cinayetên kiryar nediyar tîne bîra mirov.    MA / Ruken Demir