Mûtlû: Dê gel di sindoqê de bersiva Erdogan bide 2018-10-12 09:15:36 MÊRSÎN - Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan da ku gotibû "em ê qeyûm tayîn bikin" û got: "Dê gel li ser sindoqê bersivê bide. Çimkî gel mexdûriyeta dibîne û ji bo bersivdayînê li benda sindoqa ye."  Serkomar Recep Tayyip Erdogan gotibû "Ger di sindoqan de kesên daxilî terorê bûbin bên hilbijartin em ê demildest qeyûm tayîn bikin." Hevşaredara Şaredariya Akdenîzê Yuksel Mûtlû bertek nîşanî gotinên Erdogan da.    Mûtlû, bilêv kir ku piştî daxuyaniya Erdogan li hemberî partiya wan operasyonên siyasî zêde bûn û vê yekê wekî "bêtehamuliyê" şîrove kir. Mûtlû got: "Daxuyaniyên Erdogan jî nîşan dide ku dê di hilbijartina herêmî de partiya me çi qasî bi ser bikeve. Lê dê AKP bi van çewisandin û operasyonan nikaribe di hilbijartinê de bi ser bikeve."    Mûtlû, destnîşan kir ku bi hilbijartina herêmî ya 2014'an re Şaredariyên DBP'î pergala hevserokatiyê esas girtine û ev pergal li Tirkiyeyê cara ewil pêk hat. Mûtlû got: "Jin nêviyê mirovahiyê ne û di hlbijartinên herêmî de temsîliyeta wan ji bo me pi rbi qîmet e, ji bo wekheviyê pêngaveke pir girîng bû. hevserokên jin û mêr ên hatin hilbijartin karên girîng kirin. Ew gel gihaştin hev. Li taxan ji bo çareserkirina pirsgirêkan tev geriyan. Di her warî de ji rêvebertiya herêmî ya heyî rêveberitiyeke cuda derket holê. Şaredariya me bi feraseta şaredarîvaniyeke civakiyî, gelparêz û demokratîk dixebitî."    'ŞAREDARIYA ME HAT XESPKIRIN'    Mûtlû, destnîşan kir ku berî qeyûm bê tayînkirina jî şaredariya wan tim dihat kontrolkirin û got: "Em di 2014'an de bi rêjeyeke zêde hatin hilbijartin û me dest bi xebatên xwe kirin. Di vê wextê de jixwe şaredariyên me tim dihatin kontrolkirin. Bi awayekî hûrguliyana kontrol dihatin kirin, lê belê tu nelirêtiyek jî nehat dîtin. Lê dîsa jî qeyûm tayînkiri ku ev yek tê wateya bêtehmuliyê. Bi qeyûm şaredariya me hat xespkirin."    ‘GEL LI BENDÊ YE KU BERSIVA AKP'Ê BIDE'    Mûtlû diyar kir ku pergala niha ya Tirkiyeyê rejîma otorîteriyê ye û got: "Di demeke nêzîk de dê hilbijartin pêk bê. Ev hilbijartin pir girîng e. Em mecbûr in şaredariyên bi darê zorê ji me hatin stendin bi dest bixin û hejmara wan zêdetir bikin. Niha hêviya gel ji parlementoyê tune ye û di vê pêvajoyê de hilbijartinên herêmî firsendeke girîng in. Erdogan ji niha ve gefan dixwe. Dibêje 'hûn bên hilbijartin jî ez ê ji we bistînim.' Lê dê gel vê yekê pûç bike. Dê li ser sindoqê bersivê bide. Çimkî gel vê mexdûriyetê dibîne û ji bo bersivdayînê li benda sindoqa ye. Yanî dê gel dersa demokrasiyê bide AKP'ê."    'EM Ê ŞAREDARIYA XWE BI DEST BIXIN'    Mûtlû, bilêv kir ku qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin bi awayekî hovane sûcdariyê dike û got: ""Qeyûmê hatiye tayînkirin qeymeqam e. Mesela her çend gel ew nehilbijartibe jî li ser afîşan xwe wekî şaredar dide nasandin. Ev sûc e." Mûlû, destnîşan kir ku gel ji xebata qeyûm ne razî ye û ew ê di vê hilbijartinê de şaredariya xwe dîsa bi dest bixin.    MA / Ergin Çaglar