Dozger ji bo rojnameger Evren biryara girtinê da 2018-10-11 17:21:44   AMED – Ji 23 binçavkiriyên derxistin Dadgeha Amedê, dozger 3 kes berdan û der barê rojnameger Kîbriye Evren jî di nav de ji bo gellek siyasetmedaran biryara girtinê da. Siyasetmedar Edanur Banecîr jî hat girtin.    Di 9’ê îlonê de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 9 bajaran operasyona ku navenda wê Amed bû 8 jê rojnameger 121 siyasetmedar hatin binçavkirin. 23 kes duh li emniyeta Amedê hatin berdan. Îro jî rojnameger Kîbriye Evren jî di nav de 23 siyasetmedar seweqî dozgeriyê hatin kirin. Li Dadgeha Amedê dozger îfadeyên siyasetmedaran girt. Dozger Pinar Tekîn berda û heta niha der barê rojnameger Kîbriye Evren, siyasetmedar Celal Yoldaş, Abbas Çelîk, Edanur Bazencîr û Selma Metîn de biryara girtinê da. Sehmer Tumer jî bi biryara kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin. Dadger der barê Edanur Bazencîr a îfadeyên wê hat girt de biryara girtinê da.    Li dadger karê îfade dayîn didome. Seher Tumer û Selma Metîn bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    EVREN: LÊGERÎNA TAZÎ FERZ KIRIN    Rojnameger Kîbriye Evren a bi parêzerên xwe re hevdîtin kir wiha got: “Polîsên tîmên taybet deriyê me şikandin û ketin hundir. Her kesî li erdê dirêj kirin. Çekan xistin serê me. Heqaret li me kirin. Lêgerîna tazî li me ferz kirin. Mala me serobin kirin. Bi heqaretan me birin emniyetê. Li emniyetê her çiqas îşkenceya fizîkî tune bû jî lê bes îşkenceya derûnî li ser me dikirin.”    KONTROLA TENDURISTIYÊ LI EMNIYETÊ KIRIN    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin kontrola tenduristiyê ya rojnameger û siyasetmedaran li Miduriyeta Polîsan a Amedê pêk anîn. Hat zanîn ku di kontrola tenduristiyê de gilî û gazinên rojnemeger û siyasetmedaran hatine piştguhkirin.