Cenazeyê Kolca li Amedê defin kirin 2018-10-11 10:42:36   AMED - Malbata Kolca cenazeyê endamê HPG'ê Murat Kolca ê li çiyayê Amanosê di êrişa SÎHA  de jiyana xwe ji dest da piştî 7 meh şûnde cenaze wergirtin û anîn li Amedê defin kirin.    7 meh berê di 6'ê Nîsanê de li Çiyayê Amanos ê Dortyola Hatayê di êrîşa SÎHA de endamê HPG'ê Murat Kolca (Dijwar Şoreş) li gel 8 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê ji bo cenaze bigirin xwin dabûn. Piştî testa DNA bi encam bû 7 meh şûnde cenazeyê kurê xwe Murat Kolca wergirtin û anîn Amedê. Malbatê cenazeyê Kolca ji goristana bêkesan a Kabasakal derxist û anîn li Goristana Yenîkoy a Amedê defin kirin. Dema malbatê cenaze li Yenîkoyê defin kirin, polîsan bi maşîneyên zirxî dora goristanê pêça û destûr nedan kesên din derbasî goristanê bibe. Destûr nedan ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun û rêveberên HDP'ê jî derbasî goristanê bibin. Piştî vecibeyên olî cenazeyê Kolca Yenîkoyê defin kirin. Piştî merasimê malbat û rêveberên HDP’ê ji ser goristanê vegeriyan.