Kalikê wî yê ermenî hêza berxwedanê ye 2017-10-25 09:13:37 COLEMÊRG – Li gundê Şitazin a Geverê Mehmet Turan li gel hemû pêkanînên koçberkirinê wek kalikê xwe yê ermenî ku wî kiribûn misilman li ber xwe dide.  Derdora gundê Şitazinê ya bi ser navçeya Gevera Colemêrgê bi qereqol û kalekolan hatiye dorpêçkirin. Mehmet Turan (62) ê li Şitazinê dijî ji bo axa xwe netirikîne wek kalikê xwe yê ermenî ku wî kiribûn misilman li ber xwe dide. Turan diyar kir ku ji 13’ê adara 2016’an ve qedexeya derketina derve didome û bênavber pevçûn diqewime û ji ber dest ji axa xwe bernadin rastî hemû zext û zordestiyê tên. Turan got: “Me ola xwe winda kir lê em ê axa xwe winda nekin.”    PIŞTÎ QIRKIRINÊ KOÇBERΠ   Turan anî ziman ku di 1915’an de li gundê Geliyê Tiyarê ya bi ser navçeya Çelê ve kalikê wî û birayê xwe di nav giya de veşartine, ji komkujiyê rizgar bûne û du birayên hev derbasî gundê Setunûzda û li wir bicih bûne. Turan da zanîn ku piştî 16 salan vedigere herêma Oremarê û ji bo kalikê wî ji ser axa xwe koçber nebe bi darê zorê wî kirine misilman. Turan got ku kalikê wî piştî 14 salan vedigere Şitazinê û bavê wî li Şitazinê hatiye dinê.    BERÊ 7 DÊR HEBÛN NIHA YEK JÎ NÎNE    Turan da zanîn ku beriya 1915’an li herêmê ermenî jiyane û got: “Berê li vê herêmê gelek dêr hebûn. Hemû gundên ermeniyan bû. Ne ermenî heta niha hema bêje şopek ermeniyan li vir nemaye. Yek ji kalekolan li ser dêrek ermeniyan hatiye çêkirin. Dema berê li vî gundî tenê 7 dêr hebûn. Lê niha hebek li holê nemaye. Hemû xera bûne û an jî xera kirine. Li ser hinek mal û axur li ser hineka jî kalekol hatine çêkirin.”    ‘EZ Ê JÎ WEK BAV Û KALÊ XWE LI BER XWE BIDIM’    Turan destnîşan kir ku ew ê jî wek kalik û bavê xwe dest ji axa xwe bernede û got “Em li ser axa xwe dijîn. Em ê dest ji axa xwe bernedin. Çawa kalik û bavê min li dijî koçberiyê li ber xwe dan, ez ê jî wek wan li ber xwe bidim.”    ‘CERDEVANIYÊ DISPÊRIN ME’    Turan bi bîr xist ku nêzî 2 salan e li herêmê qedexeya derketina derve didome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha jî cerdevaniyê dispêrin me. Lê em ê tu carî qebûl nekin. Ev polîtîka jî bi heman rengê polîtîkaya 100 sal berê ye. Em ê wek bav û kalên xwe axa xwe neterikînin. Me ola xwe winda kir lê em ê axa xwe winda nekin.”