Meclîsa Ciwanan ji bo konferansê bang li hemû ciwanan kir 2018-10-11 09:10:16 EDENE – Dê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Edeneyê konferasekê li dar bixe. Endamê meclîsa ciwanan Ekrem Tûn, bilêv kir ku ew dê di konferansê de bal bikişînin ser pirsgirêkên ciwanan û ji bo beşdarbûyîna konfreasnê bang li hemû ciwanan kir.  Dê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di 14'ê Cotmehê de li avahiya HDP'a Seyhanê konferasnsekê li dar bixe. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ekrem Tûnç, diyar kir ku e dê di konferasnê de bal bikişînin ser pirsgirêkên ciwanên Çûkûrovayê.    Tûnç, diyar kir ku li herêma çandiniyê betalî zêde dibe û ev yek jî ji ber îktîdarê ye. Tûnç bal kişand nêrîna îktîdarê ya ji bo ciwanan û destnîşan kir ku ciwan tên binçavkirin, di bin çavan de sîxurtî li wan tê ferzikirin û ber bi tiryakê ve diçin. Tûnç got: "Em ê di konferansê de hewl bidin van birsgirêkan çareser bikin. Hêza herî dînamîk a têkoşînê ciwan in. Loma divê em nakokiyên pergalê baş vebêjin û hewl bidin ku ciwan bitêkoşin. Tenê bi têkoşînê şikandina vê çewisandinê pêkan e. Divê em nîqaş bikin û xeteke têkoşînê ava bikin."    ‘DIVÊ EM KOMPLOYÊ BAŞ FÊM BIKIN'    Tûnç, diyar kir ku mijara herî sereke ya konferansê tecrîd e û got: "Ciwan li hemberî înkar û asîmlasyona îktîdarê têkoşiyaye. Pêşeroja gelê kurd mîsoger kiriye. Konferansa me di hefteya 9'ê Cotmehê komploya navnetewî de pêk tê. Divê em komployê baş fêm bikin û rastiya wê derxînin holê." Tûnç bang li ciwanan kir ku polîtîkayên pergalê pûç bikin û xwest hemû ciwan tev li konferansê bibin.    ‘EM DIXWAZIN AŞTÎ ÇÊBIBE'    Bîlal Çelebî jî diyar kir ku ew ê di konferansê de bal bikişînin ser krîza aborî, geşedanên siyasî û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Em di konferansê de mijarên wekî ji bo çi zext ûz orên li ser ciwanan zêde dibin û ji bo çi tecrîd tê dijwarkirin nîqaş bikin. Tecrîdkirina Ocalan her diçe dijwartir dibe. Em ciwan dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin li welat aştî çêbibe. Em baş dizanin rêya aştiyê li Îmraliyê derbas dibe. Loma divê dawî li tecrîdê bê û diyalog dest pê bikin."    ‘EM Ê NEXŞERÊYÊ DIYAR BIKIN'    Çelebî got: "Her roj ciwanan ber bi tiryakê ve dikişînin û ji têkoşînê dûr dixin. Ji ber ku pergal ciwanên têkoşer naxwaze wan ber bi tiryakê ve dikişîne. Ji ber ku pergala kapîtalîs ciwanên serwext naxwaze wan ber bi vê yekê ve dikişîne. Ji bo dawî li vê rewşê bê em ê di konferansê de nexweşerêyekê diyar bikin."    Mehmet Kiran jî, anî ziman ku ciwan şer naxwazin û got: "Em dizanin dê aştî bi diyaloga ku bi Ocalan re bê kirin pêk bê. Loma emd ixwazin dawî li tecrîdê bê." Kiran ji bo konferansê bang li hemû ciwanan kir.