Parlementerê HDP'î Işik: Ji bo binpêkirinên mafan xwe bigihînin me 2018-10-11 09:08:06   MÛŞ - Parlementerê HDP'ê Mensûr Işik, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan got: "Bila malbat û parêzerên wan xwe bigihînin me. Bila bûyerê bi hûrgulî ji me re bibêjin. Da em jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê û xuyangiya wê karibin hin tiştan bikin."    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Parlemneterê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand.    'KAPASÎTEYA LI GIRTÎGEHAN DI SER JI SEDÎ 40'Î RE YE'    Işik, bilêv kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an di warê tijebûnê de kapasîteya girtîgehên Tirkiyeyê di ser ji sedî 40'î re ye. Işik, anî ziman ku îtifaqa AKP-MHP'ê bi taybetî kurdan, HDP'iyan û derdorên muxalif û demokratîk hedef digire û got: "Bi polîtîkayên çewisandin û tepisandinê re, di dîroka girtîgehê de herî zêde di vê serdemê de girtiyên siyasî hene. Rewşa girtîgehên li Mûş, Panos, Wan û Amedê mînakên herî berbiçav in."    ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ TÊ SEPANDIN'    Işik got: "Bi awayekî dijwar mafên hevalên me yên girtî, siyasetdarên me û derdorên muxalif tên binpêkirin. Têgehek heye; 'hiqûqa ceza ya dijmin'. Pêkanînên li girtîgehan nîşan didin ku ev hiqûq tê sepandin. Ev yek hem li girtîgehan, hem li korîdorên edliyayan hem jî li hemû qadên jiyanê pêk tên."    ‘RÊBAZÊN ECÊB TÊN FERZKIRIN'    Işik, anî ziman ku wan hevdîtin bi rêveber û dozgerên girtîgehên Erzirom, Baybûrtê re çêkirine û bi rêya parêzeran re jî der barê girtîgehên Wan û Panosê de agahî wergirtine û li gor van agahiyan ew niha der barê binpêkirinên mafan de raporekê amade dikin. Işik got: "Ji van binpêkirinên mafan ên sereke ferzkirina jimariya li ser piyan e. Dixwazin weke şivekê mirovan têxin rêzê. Mudaxilekirina hiş, azadî û jiyana kes bi van ferzkirinan dest pê dike. Tu girtiyên siyasî vê yekê qebûl nakin. Dema qebûl nakin jî cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. An jî hevdîtina vekirî û girtî, pêwendîdanîna wan tê qedexekirin. Di dema hevdîtinên vekirî de nahêlin malbat silavê bidin girtiyan û malbatên din jî. Dema ev yek pêk tê lêpirsînên dîsîplînê hem der barê girtiyan hem jî malbatan de tên destpêkirin."    ‘NAMEYÊN BI KURDÎ NADIN'    Işik, bilêv kir ku di bin navê "lêgerînê" de ji nişkave davêjin ser qawîşên girtiyan û got: "Di dema avêtina ser qawîşan de, leşker û gardiyan dest datînin ser hemû pirtûkan. A rast ji xwendina mirovên me jî ditirsin. Ji bo mirovê yektîpî biafirînin dest datînin ser pirtûkên girtiyên siyasî. Ne pir zûde ye, lê dema li Girtîgeha Baybûrtê davêjin ser odeyên girtiyan dest datînin ser hemû pirtûkên wan. Girtî dixwazin nameyên bi kurdî ji malbatên xwe û ji hevdu re bişînin. Lê nameyên bi kurdî nayên dayîn an jî nayên şandin. Wekî hincet jî tê gotin wergervanê kurdî tune ye. Lê sedem ne ev e. Sedem dijminatiya wan a li hemberî kurdan û zimanê kurdî ye."    ‘EM Ê BINPÊKIRINÊN MAFAN TEŞHÎR BIKIN'    Işik, anî ziman ku pêkanînên Rewşa Awarte bi awayekî fiîlî didomin û got: "Li girtîgehan ji bilî kesekî an du kesan guherîn çênabin. A rast ev rewş li her derî heye. Karê me ew e ku em van tiştan teşhîr bikin û xuyangtir bikin. Divê em her roj vê zorbetiya îtifaqa AKP û MHP'ê xuyangtir bikin. Em hewl didin ku hemû binpêkirinên mafan têxin rojeva Wezareta Dadê, çapemeniyê û Tirkiyeyê."    Işik, anî ziman siyasetmedarên HDP'î dê tim şopdarê binpêkirinên mafan bin û got: "Ji bo em hay ji hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hebin, bila malbat û parêzerên wan xwe bigihînin me. Bila bûyerê bi hûrgulî ji me re bibêjin. Da em jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê û xuyangiya wê karibin hin tiştan bikin."    MA / Berzan Guneş