Endamê Meclîsa DBP'ê Şaşmaz hat binçavkirin 2018-10-10 16:57:50   EDENE - Endamê Meclîsa DBP'ê ya Edeneyê Halit Şaşmaz hat binçavkirin   Polîsan şevê din li Edeneyê bi ser mala Endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Halit Şaşmaz de girtin. Şaşmaz ji ber duh ne li mala xwe bû nehat binçavkirin. Şaşmaz îro ligel parêzerê xwe çû îfadeyê bide. Dema Şaşmaz çû îfadeyê bide hat binçavkirin. Şaşmaz, piştî hat binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Der barê sedema binçavkirina Şaşmaz  de agahî nehat dayîn û der barê dosyaya wî de biryara veşartinê dan.    Li aliyê din polîsan şevê din li navçeya Seyhanê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.