Parlamenteriya Leyla Guven 3 meh şûnde hat bîra meclisê 2018-10-10 15:43:19   AMED - Parlamenteriya parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ku girtî ye, 3 meh şûnde hat bîra meclisê. Serokatiya Xizmetguzariya Parlamenteran, bi îmzeya Serokê Meclisê Bînalî Yildirim xwest ku Leyla Guven a parlamenter, bi daxwaznameyekê malê xwe yê heyî aşkera bike.    Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 31'ê çileya 2018'an de hatibû girtin û şandibûn Gitîgeha Tîpa E ya Amedê. Piştî ku Leyla Guven di 24'ê Hezîranê de parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê hat hilbijartin jî nehat berdan. Ji bo tehliyekirina Leylayê parêzerên wê serî li saziyên peywirdar dan. Lê heta niha tu encmeke erênî nehatiye dayîn.  Meclisa ku van hemû pêkanînên li dijî Leyla Guven ji nedîtî ve tê, bi îmzeya Serokê Meclisê Bînalî Yildirim bi daxwaznameyekê xwest ku ji ber Leyla Guven parlamenter hatiye hilbijartin bila malê xwe yê heyî aşkera bike.   'MALÊ GUVEN RANZAYEK Û DOLABEK ÇELÎK E'     Parêzera Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven Prz. Reyhan Yalçindag Baydemîr, bertek nîşanî helwesta meclîsê da û wiha got: "Hem wê bernadin û hem jî wekî ku berdayî be jê dixwazin hebûna malê xwe aşkere bike. Yalçindag, anî ziman ku daxwazname şandine ji şêwirmenda wê re û ew ji bîr kirine ku li şûna li meclîsê li girtîgehê ye. Hebûna malê muwekîla min tenê ranzeyek û dolabek çelîk e."