Tîryakî: Girtina Toguç ne hiqûqiye 2018-10-10 15:30:37   ÊLIH - Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî, diyar kir ku girtina Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Nîzamettîn Toguç ne hiqûqiye û got: “Ev girtin dewama ‘qirkirinên siyasiye.’”   Têkildarî girtina Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Nîzamettîn Toguç li avahiya  partiyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryarkî, Platforma Demokratîk a Êlihê, Dayikên Aştiyê, rêverên Kongreya Civaka  Demokratîk (KCD), Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê Şukru Tapkan û Selamat Akyuz û gelek welatî beşdarî civînê bûn.    'ÊRÎŞÊN LI SER HDP’Ê DEWAMA QIRKIRINÊN SIYASIYE'   Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, di civînê de axivî û wiha got: “Girtina Togûç teqez nayê qebûl kirin. Êrîşên li ser HDP’ê dewama qirkirinên siyasî ne. Hinceta girtina Togûç ne pêkane ku bê qebûl kirin. Birêz Togûç siyasetmedarekê bi salane. Girtina wî ne hiqûqiye. Me berê jî gotibû em ê tevlî hemû cenazeyên mirov û xizmên gelê xwe bibin. Me gotibû em beşdarî dawetên gelên xwe jî bibin.”      'DÊ BI SER NEKEVIN'   Tîryakî, da zanîn ku ji salên 2009’an ve operasyonên siyasî li dijî siyaseta Kurd pêk tînin û wiha dawî li axaftina xwe anîn. “Ev ne çara yekemîne ku em rastî van rewşa tên. Ji sala 2009’an ve em bi operasyonên qirkirinên siyasî re rû bi rû ne. Ligel hemû êrîşan jî emê têkoşîna xwe ya demokratîk bi rêyên siyasî berdewam bikin. Bi girtin û binçavkirinan dixwazin me teslîm bigirin. Çawan ku berê bi ser neketin, dê îro jî bi ser nekevin.”