Soz dan qurbaniyên Komkujiya Enqereyê: Em paş ve nekişin 2018-10-10 14:10:12 NAVENDA NÛÇEYAN – 103 kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li gellek bajaran hatin bibîranîn. Di bîranînan de ev soz dan qurbaniyan; “Heta qatilên rastî derkevin holê û edalet pêk were em ê bêhna xwe nedin, paş ve nekişin û bêzar nebin.”  Li Enqereyê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Trênê DAIŞ’ê li dijî Mitînga Aştî û Demokrasiyê teqîn pêk anî û 103 welatî jiyana xwe ji dest dan. Qurbaniyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li gellek bajaran hatin bibîranîn. Gorên qurbaniyan hatin ziyaretkirin.    LI STENBOLÊ BÎRANÎN    Dîcle Delî (17) a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Merkezefendî ya Zeytunburniyê hat bibîranîn. Polîsan goristanê dorpêç kir. Bavê Delî, Faîk Delî di bîranînê de axivî û da zanîn ku ji bo dawî li şer were û aştî pêk were ew bi keça xwe re çûbû Enqereyê û ji niha şûn ve gellek tiştên ew ê qezenc bikin hene. Delî got ew ê hemû bi hev re aştî û demokrasiyê bînin vî welatî. Delî ji helbestek Adnan Yucel xwend. Pişt re qurnefil danîn ser gorê.    ‘EM SOZ DIDIN WE REHER RAKEVIN’   Vahdettîn Ozgan, Ahmet Katurlu, Cemal Avşar, Azîze Onat û Selîm Ors jî li goristana İhlamurkuyu ya Çekmekoyê hatin bibîranîn. Rêveberên HDP’ê tev li merasîma bîranînê bûn. Di bîranînê de Endamê Desteya Navendî ya HDP’ê Mustafa Avci axivî û got: “Em soz didin we û hûn rehet rakevin, em ê têkoşîn û daxwaza we ya aştî û demokrasiyê bibin serî. Em ê ji bo bîranîna we têkoşîna xwe dewam bikin.”    Yên jiyana xwe ji dest dan li goristanên li Karacahmet, Çekmekoy, Gazî û Kanaryayê jî li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    ÎZMÎR    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê jî ji bo bîranîna qurbaniyan li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û qurbaniyan bibîr anîn. Pêkhateyan bi pankart û berzkirina dirûşmeyan hêrsa xwe ya li dijî komkujiyê anîn ziman. Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, rêveberên HDP û CHP’ê û xizmên qurbaniyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Ewil rêzgirtin û pişt re daxuyanî hat dayîn. Serokê Komeleya Aştî û Piştevaniya 10’ê Cotmehê ya Îzmîrê Mustafa Ozdal navê 103 qurbaniyan xwend û got wan ken jî êdî ji bîra kiriye û dîrok wê li vî welatî aştîxwazên bi rûmet binivîsîne û kujeran jî wê wek atil û bêrûmet binivîsine.    Li ser navê pêkhateyan Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari jî komkujî şermazar kir û diyar kir ku xwestine bi lezgînî pêvajoya darazê xelas bikin û ew ê tu demê komkujiyê ne ji bîra bikin û nedin ji bîr kirin.    EDENE   103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji deset dan li Gara Edeneyê jî hatin bibîranîn. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê bîranînê li dar xist û ji bo qurbaniyan rê girtin û ew bibîr anî. Li ser navê pêkhateyan Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê Îrfan Dogan axivî û got ew tu demê kujerên aştiyê û demokrasiyê efû nekin. Dogan got: “Heta qatilên rastî derkevin holê û edalet pêk were em ê bêhna xwe nedin, paş ve nekişin û bêzar nebin. Em ê efû nekin, ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.” Piştî axaftinê qurnefil danîn qada Garê û çalakî bi dawî bû.   RIHA   Ji qurbaniyên komkujiyê Yilmaz Elmascan li goristana Pirsûsê, Nîlgun û Sîdar Çevîk jî li gundê Midêba Biçûk a bi ser navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve ji aliyê rêveber HDP û DBP’ê ve hatin bibîranîn. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di bîranînê de axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku ji ber kujerên Komkujiya Pirsûsê dernexistin holê bû sedemê komkujiya Enqereyê.    Rêveber û aktîvîstên HDP, DBP û TJA’yê li avahiya HDP’a Rihayê civîna çapemeniyê li dar xistin û 103 welatî bibîr anîn. Rêveberên partiyan bi rêzgirtinê qurbaniyan bibîr anîn û Hevseroka DBP’a Rihayê Sema Aîşeoglu got ew ê parastina aştiyê dewam bikin û ew soz didin qurbaniyên xwe ku dê ji bo aştiyê gav paş ve neavêjin.    HATAY    Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest bibîr anî. Çalakî li Bazara Bîtê ya berê pêk anîn û wêneyên qurbaniyan hildan. Serokê Şaxa ÎHD’a Îstenderûnê Coşkun Selçûk got heta edalet pêk were dê ew jî bibin şopdarê dozê.