Çekîl ê HDP’î yê rastî êrîşê hat: Ev encama polîtîkayên cudakar ên hikûmetê ye 2018-10-10 13:38:19   BÛRSA - Rêveberê HDP’ê yê Bûrsayê Cem Çekîl ê rastî êrîşa komek nijatperest hat, diyar kir ku derbarê bûyerê de serlêdana sûc kiriye û got: “Ev êrîş encama polîtîkayên cudkar ên hikûmetê ye.”   Rêveberê Partiya  Demokratîk ê Gelan (HDP) a Bursa Cem Çekîl, duh bi şev rastî êrîşa komek nijantperest a 10 kesan hat. Çekîl, kêliyên êrîşê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.   Çekîl, diyar kir ku bûyer li taxa Zanîngeha bajêr pêr derdora saet 23.30’an pêk hat û wiha axivî: “Ez li Nexweşxaneya Bajêr a Bûrsayê dixebitim. Piştî min hevalê xwe yên endezyar dît û şûn de, ji nişka de komekê ji min re gotin ‘Ev PKK’iye’ û bi daran êrîşî min kirin. Tije dijûn û heqeret li min kirin. Dema êrîşî min kirin gotin ‘Emê we hemûyan bikujin. Emê hestiyê we hemûyan bişkînin. Em carek din te li vê derê nebînin.’ Bi vî awayî gef li min xwarin.”   ‘MIN SERLÊDANA SÛC KIR’   Çekîl, anî ziman ku koma êrîşkar ji 10 kesan pêk dihat û wiha bilêv kir: “Min nêzî 10 kan dît. Lê dûrê kesên şahidên bûyerê gotin ji 10 kesan zêdetir bûn. Me ji Midûriyeta Polîsan qeydên kamerayê xwestin. Li gorî qeydan dê hejmara wan diyar bibe. Hevalê min ê endezyar ê mûdaxileyî êrîşkaran kir, ew jî birîndar bû. Wî li qereqolekê nêzî xwe îfade da. Lê ez rast çûm Serdozgeriya Komarê û min serlêdan sûc kir. Min rapora derpê girt. Min ew jî kir dosyeya îfadeyê.”    ‘TIM WISAN ÊRÎŞ DIKIN’   Çekîl, destnîşan kir ku  li cihê rastî êrîşê hat, tim hema êrîş pêk tên û wiha got: “Sala çûyî li heman cihî ciwanek derp kiribûn. Ew ciwan ji ber ku Kurd bû derp kiribûn. Ji bo ku em rastî êrîşan bên Kurdbûna me bese. Li wê derê kesên ne mîna wan bikin, rastî êrîşê tên. Ev çete dem bi dem êrîşên wiha pêk tînin. Êrîşa li dijî min pêk anîn yek ji van êrîşane.”   Çekîl, destnîşan kir ku divê pêşiya êrîşên wiha bên girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êrîşa li dijî min hat kirin, yek ji bandorên siyaseta li Tirkiyeyê tê meşandin e. Bûyerên wiha tenê li taxake Bursayê nayên jiyîn. Ev êrîş encama polîtîka û pêkanînên cudkar ên hikûmetê ne. Kesên ku naxwazin mîna wan bin û weke wan bifikirin di hedefa polîtîkayên êrîşkar dene.”