‘Hewl didin bi ser doza Aladagê bigirin’ 2018-10-10 11:00:46 EDENE - Dosyeya doza facîaya 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan a Aladagê dadgeh bi dadgeh digere. Parêzeê malbatan Omer Çelîk, diyar kir ku hewl didin bi ser dozê bigirin.” Li navçeya Aladag a Edeneyê, di 29’ê Mijdara 2016’an de, ii wargeha Xwendekarên Keç a Dibistana Navîn a Komeleya Alîkariyê ya aîdê Suleymancilarê şewetê rû da û 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 xwendekar jî birîndar bûn. Midûrê yurdê jî di navde der barê 14 bersûcan de doz hatibû vekirin û heta 15 salan ceza ji wan dihat xwestin. 2 dozên cuda yên derbarê facîayê de hatibûn vekirin, dadgeh bi dadgeh tên gerandin. Doza li Dadgeha Cezayê Giran a Kozanê hat dîtin a ji bo qeymeqamê navçeyê yê wê demê Ziya Fîlîzer 3 sal cezayê girtîgehê birî, bi doza li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Edeneyê dihat dîtin ve kirin yek. Daîreya Cezayê 3’yemîn a Dadgeha Herêma Edeneyê, ji ber nakokiyan biryara dosyekirina yek betal kir.    Daîreya ku dosye lêkolîn kir, biryara dosye kirina yek rakir û biryar da ku dosyeya doza 18 bersûcên negirtî tên darizandin ji nû de biçe Dadgeha Cezayê Giran a Kozanê.    DARAZEKE ADÎLANE   Yek ji parêzerên Komeleya Mafê Civakî (SHD) parêzer Omer Çelîk, li ser navê malbatan nirxandin û wiha axivî: “Di rewşa heyî de ne mimkûne ku faîl di dadgehê de bên darizandin. Berpirs ji darizandinê direvin. Malbat tenê darizandinek adîlane dixwazin. Dixwazin berpirs bên dîtin û cezakirin. Lê di encamê de hemû delîl jî ji holê rakirin. Ji ber vê yekê ne pêkane ku darazek adîtane bê kirin.”   ‘DÎROKA DADGEHÊ NE DIYARE’     Çelîk, da zanîn ku hewl tê dayîn ku bi ser dozê bigirin û wiha bilêv kir: “Daîreya Cezayê 3’yemîn a Dadgeha Herêma Edeneyê, doz cardin paşve şand Kozanê û em hîna jî roja danişînê kengiye nizan in. Roja danişînê ji bo me nehatiye ragihandin. Ligel ku demek dirêj bi ser dozê re derbas bû jî, tu pêşketin çênebûye. Lê em dikarin bêjin darizandinek adîlane tuneye. Di danişîna werê de, emê li dijî rapora kesê tê zanîn îtîraz bikin. Em û malbata edaletê dixwazin. Emê lêgerîn û têkoşîna xwe ya ji bo edaletê berdewam bikin.”   MA/Hamdullah Kesen