‘Gel dê polîtîkayên qeyûman vale derbixe’ 2018-10-10 10:22:47   RIHA - Emrûllah Cîn ê 14 salan hevşaredarî û serokatiya şaredariyê kir, anî ziman ku îro HDP kevneşopiya HADEP’ê berdewam dike û got: “Gel dê polîtîkayên qeyûman vale derbixe.”   Tevgera siyaseta Kurd a li Tirkiyeyê, ji sala 1999’an ve bi şîara “Em bixwe bajarên xwe û xwe birêve birin” dest bi xebatên rêveberiyên herêmî kir. Ji kesên beşdarî xebatên rêveberiyên herêmî bûn Hevşaredarê BDP’ê yê navçeya Wêranşara Riha yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Emrûllah Cîn e. Emrûllah Cîn ji ber xebatên rêveberiyên herêmî di salên 1999-2004, 2004-2009’an de nêzî 5 salan di girtîgehê de dimîne û dûre ji bo Hevşaredariya salên 2014’an heya 2018’an li Wêranşarê tê hilbijartin. Hevşaredarê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Emrûllah Cîn feraseta şaredartiya tevgera siyaseta Kurd û polîtîkayên qeyûm nirxandin.    Cîn, diyar kir ku ew bi armanca, hesap bidin gel, pêşdebirina beşdarbûnên demokratîk û şaredartiyeke zelal ketin û wiha axivî: “Em li taxa û semtan biryara gel esas digirin.”   Cîn, anî ziman ku siyaseta Kurd çawan ku şaredarî qezenc kirin konseya bajarê avakirin û wiha got: “Bi konseya bajêr armanc kirin ku polîtîkayên xizmetê yên şaredariyê pêşbixin. Beşên ji derveyî siyaseta Kurd jî cihê xwe di vê konseya bajêr de digirin. Bi konseya bajêr me dest bi tevlîbûnek demokratîk kir. Lê walî û qeymeqanên wan deman tim konseya bajêr asteng kirin. Ji bo ku konseya bajêr bê betalkirin walîtiyan nivîs nivîsandin. Lê ji ber ku gel xwedî derket walî neçar man ku nivîsên xwe paşve bikêşin.”    ‘EM JI CÎHANÊ RE BÛN MÎNAK’   Cîn, da zanîn ku wî  dû serdeman hevşaredartî kir û  wiha bilêv kir: “Dema ez serokê şaredariyê bûm hatim girtin û 4 salan di girtîgehê de mam. Di dema girtîgehê de me liser mînakên rêveberiyên herêmî yên cîhanê lêkolîn kir. Piştî sala 2014’an ji girtîgehê derketim, vê carê bi modela hevşaredartiyê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), ez bûm namzetê Şaredariya Wêranşarê. Bi feraseta xwe ya demokratîk, gelparêz û hevşaredartiyê em ji tevahiya cîhanê re bûn mînak. Modela hevşaredartîyê ne tenê li Tirkiyeyê li gelek deverên cîhanê mînakên wê hene. Bi vê rêbazê jin dikarin cihê xwe bi awayekê wekhev di rêvberiyên şaredartiyê de bigirin. Rêveberiyên herêmî, tê wateya rêveberiyên demokratîk. Cihekê ku rêveberiyên herêmî tunebe li wê derê demokrasî, hiqûq û edalet jî tuneye. Di rêveberiyên herêmî de desthilatdar pirsgirêka herî mezine. Desthilatdar mirovan jehrî û qirêj dike. Lê rêveberiya bi gel re mirovan jî diparêze û nahêle qirêj bibe. Rêveberiyên herêmî di vî warî de necarin xwe tim nû bikin.”   ‘POLÎTÎKAYÊN QEYÛMÊ YÊN HIKÛMETÊ TIM HEBÛN’   Cîn, di dewama axaftina polîtîkayên qeyûmê yên hikûmetê nirxand û wiha rêz kir: “Ji xwe polîtîkayên qeyûmê yên hikûmetê tim hebûn. Ji bo xizmetek biçûk jî destûr ji qeymeqam û walîtiyê digirtin. Naveroja şaredariyan hatibû valekirin. Ji ber destûra mesrefkirinê ne dihat dayîn, berî qeyûm bên tayînkirin hemû pereyên şaredariyan di kasayan de tije bibûn. Ji bo xizmetê bê dayîn, diviyabû destûr bê dayîn. Ji ber vê nêzîkatiya qeymeqam û walîtiyan, gel û rêvberiyên şaredariyan hatibûn pêşberî hev. Dûre jî yek bi yek qeyûm tayînê şaredariyan kirin.”   ‘QEYÛMAN ŞAREDARÎ QEDANDIN’   Cîn, destnîşan kir ku qeyûmên bi OHAL’ê re hatin tayîn kirin, hemû destketiyên gel qedandin û wiha pê de çû: “Li Tirkiyê û Kurdistanê di sala 2016’an de operasyonên cîdî pêk hatin. Di serî de hevşaredar û bi sedan endamên meclîsên şaredariyan hatin binçavkirin û girtin. Qeyûm tayîn kirin. Desthilatdariya ku xezmetên şaredariyan ên ji bo gel dihatin kirin qebûl nekirin hilbijêr kirin girtîgehan. Cihekê ku ev pêkanîn lê hebin demokrasî li wê derê tuneye û ne pêkane ku mirov behsa edalet û hiqûqê bike.”    ‘POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN DÊ VALE DERBIKEVIN’   Cîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ligel hemû êrîşên hikûmetê jî, gel di hilbijartina herêmî de bersivek baş bide polîtîkayên qeyûman. Çi dibe bila bibe gel dê polîtîkayên qeyûman di hilbijartina herêmî de carek din vale derbixe.”   MA / Erdogan Alayûmat