Rojnameger Çelik ji girtîgehê derket: Em ê her tim rastiyê ragihînin 2017-10-24 21:44:15   STENBOL- Rojnamger Omer Çelik ku ji ber e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê RedHackê ve hatin bidestxistin û weşandin kirin nûçe hat girtin, piştî biryara tehliyeyê ji girtîgehê derket. Danişîna yekemîn a doza e-maîlên Wezîrê Enerjiyê berat Albayrak ku ji aliyê RedHackê ve hatin bidestxistin û weşandin û ji ber wê 3 jê girtî 6 rojnamger pê tên darizandin hat dîtin. Di danişîna ewil de Gerînendeyê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Rojnamger Omer Çelik hat tehliyekirin. Piştî biryara tehliyeyê Çelîk ji girtîgehê derket. Berdevkê Rojnamegerên Azad Hakki Boltan û hevpîşeyên wî, Çelîk li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Çelîk li ber girtîgehê daxuyaniyek da û anî ziman ku ji ber hevpîşeyên wî girtî ne ew xemgîn e. Çelik wiha got: “Ji ber me hikûmet, gendeliyên wê û têkiliyên wê yên xeyrî meşrû dan der em hatin darizandin. Tehliyekirina min nayê wateya ku ji şaşiyê vegeriyane. Ev doz hîn didome û hîn du hevalên me girtî ne. Ev rewş bi tena serê xwe nîşaneya vê yekê ye.” Çelik got ku mudaxiliya Wezîr Albayrak her tiştî aşker dike û wiha axivî: “Em rojnamger me duh çawa rastî radigihandin gel em ê ji niha û pê ve jî ragihînin. Tirkiye veguheriye girtîgehekê.”