Rojnamevan Tahîncîoglû: Divê daraz 10'ê Cotmehê ronî bike 2018-10-10 09:16:39 ENQERE - Rojnamevan Gokçer Tahîncîoglû ku roja 10'ê Cotmehê li qadê mîtîngê bû got: "Rastî gelek dîmenên wisa hatibûm, lê ya li wir tiştekî cuda bû. Divê daraz di vî warî de civakê serwext bike."  Di ser Komkujiya Gara Enqereyê de 3 sal derbas bûn. Rojnamevan Gokçer Tahîncîoglû ku roja 10'ê Cotmehê li qada mîtîngê bû behsa wê rojê kir.  Tahîncîoglû got: "Di tevahiya jiyana karê min de cihê 10 Cotmehê pir cuda ye. Ji bo bilêvkirina aştiyê em li Qada 10'ê Cotmehê bûn. Çapemenî, rêxistinên civaka sivîl, sendîkavan û gelek kesên din ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê li qadê bûn."    ‘TE DIGOT QEY ZEMAN SEKINÎBÛ'    Tahîncîoglû, anî ziman ku dema ew ber bi qadê ve diçûn dengê teqînê hat wan û got: "Bi refleksa rojnamevaniyê pêşî ber bi qadê ve meşiyam. Berê rastî gelek dîmenên wisa hatibûm, lê ya li wir tiştekî cuda bû. Li qadê gelek mirovên em wan nas dikin û nas nakin li erdê di nav xwînê de bûn û kesî nizanibû dê çi bike. Herkesî hewl dida ê li nêzî xwe xelas bike. Hin jê zarokên xwe, hevjînên xwe yên miribûn û ên li erdê hembêz dikin û hewl didan wan rakin. Li wir wê kêliyê zeman sekinîbû. Li wir gelek hevpîşeyên min ên ji bo mîtîngê hatibûn hebûn û min dît digiriyan û dixebitîn. Hem karê xwe dikirin hem jî alîkariya birîndaran dikirin. Kesên li qadê hemû hewl didan tiştekî bikin. Mixabin em bi dîmeneke ku dê qet ji bîr ma neçe re rû bi rû man. Dema mirov li wê kêliyê dinihêre ne mimkun e ku şopên vê trawmayê biçin."    ‘DIVÊ DARAZ CIVAKÊ RONÎ BIKE'    Tahîncîoglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê li ser hevdu komkujî pêk hatin û got: "Wisa difikirim ku daraz bipirsgirêk e û hatiye sînordarkirin. Daraz mecbûr e di vî warî de civakê serwext bike." Tahîncîoglû, diyar kir ku Tirkiye bi komkujiyê re hevrû nebûye. Tahîncîoglû, destnîşan kir ku lêpirsîn nehatiye berfirehkirin û civaka Tirkiyeyê baş bi çîroka teqîna Komkujiya Gara Enqereyê nizane û daraz jî dosyeyê di ser êrîşkarên mirî re digire û asteng dike.    Tahîncîoglû, anî ziman ku piştî komkujiyê wî hevdîtin bi malbatan re çêkiriye û daxwaza hevpar a hemû malbatan ew e ku êşa xwe bi bîrdariyekê nemir bikirin û çîroka wan bê zanîn. Tahîncîoglû got: "Mixabin ev yek nehat kirin. Li qada ku êrîş pêk hat tiştekî ji kartonê hatiye çêkirin heye. Ew bîrdarî di nav tozê de maye û her meh xizmên windayan li wir windayên xwe bi bîr tînin û doza edaletê dikin. Ji bo mirov şîna xwe deynin divê ev pêvajo hemû temam bibin. Teane daxwaza malbatên ku min j hevdîtin bi wan re çêkir edalet bû. heta ev daxwaz pêk neyê, ne mimkun e ku ji bo xizmên xwe hêstiran birjînin. her wiha herkes xwe wekî sûcdar dibîne. Divê rojek berî rojekê pêvajoya edaletê temam bibe, bi awayekî rast hevrûbûyînek çêbibe, da karibin şîna xwe deynin."    MA / Berivan Altan