Serokê Giştî yê TGS'ê Dûrmûş: Divê rojnamevanan berdin 2018-10-10 09:14:58 ENQERE - Serokê TGS'ê Gokhan Dûrmûş, bilêv kir ku nûçeyên ne li gor polîtîkayên îktîdara siyasî ne sûc in û divê demildest rojnamevanên hatine binçavkirin bên berdan.  Duh li Amedê rojnamevan Abdurrahman Gok, Semiha Alankuş, Lezgin Akdeniz, Kibriye Evren, Esra Solin Dal û Cihan Olmez û belavkarên rojnameya Yeni Yaşamê Hayat Ozmez û Savaş Aslan hatin binçavkirin. Polîsan di dema binçavkirinê de deriyên malan şikandin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş bertek nîşanî vê yekê da.   Dûrmûş, bilêv kir ku di demên dawî de li Tirkiyeyê îtibara rojnamevaniyê tê tunekirin û got: "Ji bo vê hin tiştan bi rojnamevanan vedikin û dixwazin li ber çavê civakê îtibara wan biçûk bixînin. Mixabin li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune ye. Mixabin kesên welat bi rê ve dibin, hemû rojnamevanên li gorî polîtîkaya wan nûçeyan çênekin wekî dijmin dibînin. Ji ber vê bi zext û zoriyan bi ser rojnamevanan de diçin."    Dûrmûş, bal kişand ser hinceta binçavkirina 8 rojnamevanan û got: "Operasyoneke bi navê avaniya çapemeniyê ya KCK'ê hatiye kirin. Ev yek di sala 2011'an de jî bibû rojev. Wê demê jî rjnamevan hatin girtin û bi mehan, salan di girtîgehê de man. Hîn jî ew doz didome. Di vê operasyona ku navê 'avaniya çapemeniyê ya KCK'ê' de hat kirin, şik û gumanan zêde dike, gelo dê li hemberî rojnamevanên kurd zext û zorî dîsa dest pê bikin. Helbet ev yek ne rast e."    'ROJNAMEVAN TIM DI HEDEFA ÎKTÎDARÊ DE NE'   Dûrmûş got: "Em ji bo hemû kesên li Tirkiyeyê rojnamevaniyê dikin vî tiştî dizanin; dema der barê wan de lêpirsînek hebe û ji wan re bê gotin diçin. Lê armanca operasyoneke bi vî rengî, ew e ku di enzda civakê de bîrbiriyeke wekî dema gazî rojnamevanan dikin naçin dozgeriyê bê afirandin. Eger ji van hevalên me re bihatana gotin divê hûn li dozgeriyê îfadeyê bidin, dê biçûna. Çimkî vî karî dikin. Lê ya tê kirin tiştekî din e. Ne rast e û pêdivî bi operasyoneke wisa tune ye."    Dûrmûş, bi bîr xist ku niha li Tirkiyeyê 143 rojnamevan girtî ne û got: "Dema em li hemû îdianameyan dinerin em dibînin ku itşên wekî delîl hatine nîşandan hemû efaliyetên rojnamevaniyê ne. Jixwe bia wayekî giştî civak hemû tê çewisandin, lê rojnamevan bi awayekî taybet tên çewisandin. Çimkî yên civakê serwext dikin û agahiyê didin rojnamevan in. Loma rojnamevan tim di hedefa îktîdarê de ne." Dûrmûş, diyar kir ku ji ber rastiyê dinivîsînin hedef tên girtin. DÛrmûş got, li Tirkiyeyê bi navê azadiya çapemeniyê têgehek tune ye.    ‘DEMILDEST DIVÊ BÊN BERDAN'    Dûrmûş, destnîşan kir ku wekî her serdemê di vê serdemê de jî rojnamevan ji bo rastiyê ragihînin civakê dê rêyekê bibînin û got: "Divê demildest hevpîşeyên me bên berdan. Karê rojnamevan ew e ku bi awayekî rast civakês erwext bike. Her wiha li gorî polîtîkayên îktîdarê neçêkirina nûçeyan ne sûc e. Lê ji bo vê yekê rewa bikin gotina terorîst bi wan vedikin û bi vî awayî dixwazin azadiya rojnamevanan sînordar bikin. Daxwaza me ew e ku divê demildest hemû rojnamevan bên berdan."