Qeyûm propagandaya 'pergala' nehatiye erêkirin dike 2018-10-10 09:13:49 AMED - Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla diyar kiribû ku wan "projeya pergala bi ray" tesdîq kiriye. Lê derket holê ku proje nehatiye erêkirin. Serokê Daîreya Ragihandinê Rifat Ûral got: "Hîn Wezareta Ragihandinê bersiv nedaye."  Qeyûmê Şaredariay Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla ku tayînî şûna Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli hat kirin gotibû wan "projeya pergala bi ray" tesdîq kiriye. Lê belê hat diyarkirin ku Wezareta Ragihandinê ne erênî ne jî neyînî ji bo vê projeyê bersiv nedaye.    Qeyûm Atîlla piştî hat tayînkirin u meh şûnde di hevpeyvîna xwe ya Rojnameya Sabahê û malpera şaredariyê de gotibû serokwezîrtiyê projeya pergala biray tesdîq kiriye. Lê belê di ser vê gotinê re du sal derbas bûn, hîn jî der barê projeyê de tu geşedan rû nedane. Lê rayedarên Şaredariya Mezin a Amedê ku tim vê projeyê dixin rojevê, der barê projeyê de agahî nadin. Serokê Daîreya Ragihandinê ya Şaredariya Mezin a Amedê Rifat Ûral, bilêv kir ku ji bo pêk anîna projeyê Wezareta Ragihandinê hîn bersiva wan nedaye û got: "Niha em nikarin ji bo vê tiştekî jî bêjin." Her wiha Ûral bal kişand ser krîza aborî jî û got: "Veberhênaniyên mezin hemû hatin arwestandin. Em nizanin dê çi bibe. Hîn Wezareta Ragihandinê bersiva me nedaye. Ev projeyeke mezin e. Em li benda bersiva Wezareta Ragihandinê ne."    Dema gotinên qeyûm Atîlla ên "proje hatiye tesdîqkirin" hatin bi bîr xistin Ûral got: "Di vî warî de em nikarin tiştekî bibêjin. Talîmata serokê me heye. Ancax serok dikare di vî warî de tiştekî bibêje. Ji wî bipirsin."    Zulkuf Karatekîn jî ku dema ev proje hat amadekirin Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê bû û bi KHK'ê hat îxrackirin jî diyar kir ku proje qet nehatiye tesdîqkirin. Karatekîn, diyar kir ku ji bo proje pêk bê divê Wezareta Xezîne û Darayî wê têxe nav "Bernameya Veberhênaniyê ya Dewletê û got: "Ji bo projeyê dema me hevdîtin çêkirin Bankeya Cîhanê dayîna 100 milyon Euro yê bi faîz qebûl kir. Lê divê di projeyên wisa de Wezareta Xezîneyê bibe garantor. Lê ji ber Wezareta Xezîneyê ev proje daxilî Bernameya Veberhênaniyê ya Dewletê nekir nebû kefîl. Nameya temînaê tesdîq nekir. Tenê ne Bankeya Cîhanê, wê çaxê gelek saziyên fînansî xwestin piştevaniyê bikin, lê ji ber daxilî Bernameya Veberhênaniyê nehat kirin pêk nehat."      MA / Salih Yeşil