Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aydin li Emniyeta Amedê ye 2018-10-09 21:07:22   EDENE - Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mûrat Aydin ku li Seyhanê hat binçavkirin, hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna li Amedê hat destpêkirin de hatiye binçavkirin û wî birine Amedê.    Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mûrat Aydinê ku danê sibehê dema li navçeya Seyhan a Edeneyê li kafeyekê rûniştibû hat binçavkirin, birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.    Parêzeran diyar kir ku Aydin di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin û wî ji Edeneyê birine Amedê.