Polîsan avêt ser mala Leyla Guvenê 2018-10-09 19:19:35   AMED - Polîsan avêt ser mala Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê Leyla Guven ku di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 9 bajaran li hemberî rojnamevan û siyasetmedaran de operasyon pêk hat û di çarçoveya vê operasyonê de der barê 151 kesî de biryara zevtkirinê hat dayîn. Di vê çarçoveyê de heta niha polîsan avêt ser 183 malan û zêdetirî 100 kes binçav kirin. Lê belê di vê lêpirsînê de de tiştekî ecêb qewimî. Polîsan avêt ser mala Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji 31'ê Çileyê ve di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye.    Polîsan avêt ser mala Guvenê ya li Taxa Bagcilar a navçeya navendî Rezanê ye. Di dema avtina ser malê de polîsên taybet deriyê malê şikandin û amûrên li malê belawela kirin. Hat diyarkirin ku piştî lêgerînê bêyî ku polîs deriyê malê bigirin derketine. Her wiha hat hînbûn ku polîs bêyî ku gazî şahidekî bikin avêtine ser malê û girtek nivîsandine.