Di operasyonê de ‘kiras' nedîtin 2018-10-09 18:13:19   AMED - Di operasyona ku navenda wê Amed a li 9 bajaran pêk hat di nav de siyasetmedar û rojnameger jî hene zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin. Derket holê ku operasyon li ser îxbara 19'ê Îlonê de “îxbara bê nav" û 12'ê Îlonê ya şahidê nepen ê bi navê “FIRAR” pêk hatiye.    Polîsan bi fermandariya Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 9 bajarên ku navenda wê Amed e operasyon pêk anî. Di operasyonê de rojnameger û siyasetmedar jî di navde zêdeyî 100 kes binçav kirin. Hat zanîn ku di lêpirsina dozgeriyê de der barê 151 kesan de biryara binçavkirine hatiye derxistin. Polisan bi ser 183 malan de girt. Zêdeyî 100 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Pişti operasyonê Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Wezareta Karên Hundir li ser hev daxuyanî dan.    WEZARETA KARÊN HUNDIR: LI DIJÎ DEŞÎFREKIRINA PKK/KCK'Ê YE   Wezareta Karên Hundir tekildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku li 8 bajaran operasyon pêk hatiye û 90 kes hatine binçavkirin. Wezaretê diyar kir ku operasyon li dijî deşîfrekirina PKK/KCK'e ye. Wezaretê anî ziman ku operasyon didome.    SERDOZGERÎ: LI DIJÎ AVAKIRINA KCK'Ê YE   Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî daxuyanî da û diyar kir ku operasyon di çarçoveya lêpirsina 2017/9879 û 2018/5079'an de pêk hatiye û li dijî avakirina rêxistina PKK/KCK'ê ya KCK/TM'ê ye. Dozgeriye anî ziman ku opersyon li dijî TJA, Qada Bîrdozî, Meclîsa Bajar, Hevkariya Kurye, KCD, çapemenî, çand, komisyona çand û weşana çapemeniyê û partiyên siyasî li 9  bajaran operasyon pêk hatiye.  Kesên ku hatin binçavkirin û serbest hatin berdan jî diyar kirin ku sedema girtekên îfadeyê û sedema wezareta karên Hundir û Serdozgeriyê naşibe hev.    ÎXBARA BÊ NAV: VÊ YEKÊ RAWESTÎNIN BILA  NAVÊ MIN VEŞARÎ BIMÎNE   Di girteka îfadeya kesekî ku hat bignçavkirin û hat berdan de hat diyar kirin ku, operasyon li ser îxbara 19'ê Îlona 2018'an a li Midûriyeta Polîsan a Amedê bi telefona elektronîk a îxarê ya hêjmar 2037860'an hatiye kirin dest pê kiriye. Di îxare de kesê navê xwe neda gotiye "Quwet be. Kckyî hin tiştan dikin bira. Civinên veşarî dikin. Diçin Iraq, Qendil û Erbîlê. Hin caran bi pasaportan û hin caran bi qaçaxî diçin û tên. Fermanên wir dîtin Tirkiyeyê. Van kesan rawestînin bila navê min veşarî bimîne."    DAXUYANIYEN ŞAHIDÊ NEPEN Ê BI NAVÊ ‘FİRAR’    Dozger operasyona pêk anî spart îxbara 12'ê Îlona 2018'an a şahidê nepen a kesê bi navê “FİRAR”. Şahidê nepen ê navborî jî di îfadeya xwe de got bîrdoziya rêxistina PKK/KCK'ê û felsefeya rêxistinê belav dikin. Ev bîrdozî li avahiyên kozmîk yên TJA, KCD; Rêveberya Bajar, HDP,DBP tê dayîn.    BI ÎXBARA BÊ NAVDE BI SER 183 NAVNÎŞANAD DE GIRTIN   Bi îxrabara bê nav de li gel ku navê “FİRAR” da jî li 9 bajaran bi ser 183 navnişanan de girtin. Di navde rojnameger Abdurrahman Gok, Esra Solin Dal, Semiha Alankuş, Kibriye Evren, Lezgin Akdeniz, Cihan Olmez û gelek siyasetmedar jî dinavde zêdeyî 100 kesên din hatin binçavkirin.