Endamê DÎK’ê Prof. Dr. Turgay hat binçavkirin 2018-10-09 17:51:25   AMED - Endamê DÎK’ê Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê birêve dibe de, hat binçavkirin.    Operasyona di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya navenda wê Amed a li 9 bajaran pêk hat de, berdewam dike û binçavkirin zêde dibin. Polîsan bi ser mala Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay a li Amedê de girtin û binçavkirin. Hat diyar kirin ku Tûrgay birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.