Rojnameger Lezgîn Akdenîz ê nûçe dişopand hat binçavkirin 2018-10-09 14:48:43 AMED - Di operasyona navenda wê Amedê ya li 9 bajaran pêk hat de, rojnameger Lezgîn Akdenîz ê li navçeya Yenîşehîrê nûçe dişopand, hat binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê ya li 9 bajaran hat destpêkirin de, rojnameger Lezgîn Akdenîz ê li Kolana Ekîncîler a navçeya Yenîşehîra Amedê nûçe dişopand hat binçavkirin. Polîsan Akdenîz li kolanê rawestandin û li maşîneya zirxê siwar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Di çarçoveyê lêpirsînê de bi rojnameger Akdenîz re hejmara rojnamegerên hatin binçavkirin derket 6’an.    Di çarçoveya operasyonê de, polîsan bi ser malên rojnameger Semîha Alankuş, Abdurrahman Gok, Kibriye Evren, Esra Solîn Dal û Cîhan Olmez de girtin û binçav kirin.