Li Wanê operasyon û komploya li dijî Ocalan hat şermezarkirin 2018-10-09 14:29:46   WAN - Li Wanê 20'emîn salvegera derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê hat şermezarkirin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hatibû derxistin. HDP, DBP, KCD û TJA li Wanê komploya 9'ê ya li dijî Ocalan li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan,Okkeş Kawa, nûnerên KCD, aktivîsên TJA, rêxistinên navçeyê û gel beşdarî daxuyaniyê bûn.   ‘ERDOGAN MASEYA ÇARESERIYÊ HILWEŞAND’   Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û binçavkirin rojnameger û siyasetmedaran a ku navenda wê Amedê bû li gellek bajaran pêk hat şermezar kir û got ew van operasyonan qebûl nakin.    Dede got “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe Komploya 9’ê Cotmehê vala derxistiye. Ocalan ji bo aştiyê rol leyîst lê Erdogan êrîşî rolê aştiyê kir. Maseya çareseriyê jî Erdogan hilweşand.”   ‘BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê QEBÛL NEKIN’   Dede di dawiya axaftina xwe de got: “Tecrîd ne li gorî berjewendiyên gelê me ye. Welat di rewşeke wiha de ye ku nayê birêvebirin. Ji ber van sedeman, divê tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan were rakirin, hevdîtin dest pê bikin, bi rêbazên demokratîk û aştiyane doza Kurdan û hemû pirsgirêk werin çareserkirin. Berdêlên politîkayên tecrîd û şer ku bi Komploya 9’ê Cotmehê re bûne yek, çi dibe bila bibe em ê qebûl nekin.”