ÇGD’ê binçavkirinên rojnamegeran şermezar kir 2018-10-09 13:33:24   ENQERE - Serokê Giştî yê ÇGD’ê Can Guleryuzlu, bertek nîşanî binçavkirin rojnamegeran da û got: “Serê sibê binçavkirina rojnamegeran, nîşaneya desthilatdariya siyasî rojnamegeran weke dijmin dibîne ye.”    Di operasyona navenda wê Amedê ya li 9 bajaran pêk hat de rojnameger Abdurrahman Gok, Kîbriye Evren, Semîha Alankûş û Esra Solîn Dal  hatin binçavkirin. Polîsan bi ser mala rojnameger Omer Çelîk a Amedê de girtin, deriyê malê şikan de û di hûndir de lêgerîn pêk anîn. Serokê Giştî yê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Can Guleryuzlu, derbarê bûyerê de daxuyanî da.    ‘BI ÊRÎŞAN DIXWAN ROJNAMEGETIYÊ ASTENG BIKIN’    Guleryuzlu, diyar kir ku ew hevîdarên demildest hempîşeyên wan bên berdan û wiha axivî: “Bi êrîşên li ser rojnamegeran, armanc dikin ku rastiyên civîkî neyên zanîn. Hemû rojnamegerin hewl didin bibin berdevkê rastiyan, îro bi pêkanên zextan re rû bi rûne. Rojnameger gelek caran hatin tedîtkirin, binçavkirin, girtin û bi sûcdariyên cûda bi salan di girtîgehan de man.”   ‘BI OPERASYONAN ŞOVÊ DIKIN’   Guleryuzlu, anî ziman ku serê sibê binçavkirina rojnamegeran, nîşaneya desthilatdariya siyasî rojnamegeran weke dijmin dibîne ye û wiha got: “Serê sibê bi ser malên hempîşeyên me de digirin, deriyên wan dişkîninm û hemû alavên malê belav dikin. Bi vê awayî di operayonan de şovê dikin. Bi vê yekê dixwazin bi ser bêhiqûqiya dikin re bigirin.”   ‘TIRKIYE JI BO ROJNAMEGERAN KIRIN E GIRTÎGEHEK SERVEKIRÎ’   Guleryuzlu, da zanîn ku ligel hemû êrîşan jî rojnamegertî dê tu caran bêdeng nebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye ji bo rojnamegeran kirine girtîgehek servekirî. Li Tirkiyeyê di demên dawî de rojnameger tên revandin û heta tên înfazkirin. Windakirina rojnamegerekê Erep ê mûxalif a li balyozxaneya Tirkiyeyê îro di rojeva me deye. Êdî Tirkiye ji bo welatên biyanî jî bûye erdnîgariyek bêhiqûqî. Pîşeya rojnamegertiyê, îro li Tirkiyeyê bûye yek ji pîşeyên parastina azadiyên bingehîn ên civakê. Ji ber vê evqas êrîş dikin.”