Omer Siner ê polîsan xwest bibe sîxur serî li ÎHD'ê da 2018-10-09 13:23:02 STENBOL  - Welatî Omer Siner ê polîsan ji wî xest bibe sîxur serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê da û alîkariya hiqûqî xwest. Prz. Burcu Gul jî bertek nîşanî vê helwesta polîsan da û got "Ewlehiya muwekilê min tune ye.  Welatî Omer Sîner diyar kir ku polîs li wî geriya ne û jê xwestine ku bi hevre bibin heval. Sîner ani ziman ku polîsan gotine "Ez dixwazim bi tere bibim heval" û jê xwestine ku sîxuriyê bike. Omer Siner piştî vê bûyerê serî li ÎHD'ê da û alîkariya hiqûqî xwest. Omer Sîner piştî serî li ÎHD'ê da li gel parêzera xwe Burcu Gul li şaxa ÎHD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Parêzera Siner Prz. Burcu Gul, diyar kir ku muwekilê wê Sîner li taxa Gazî karê cafeyê dike û wiha got: "Ji Nîsana 2018’an heta niha kesên nas nake li wî digerin. Diyar dikin ku polîs in û dixwazin biçin midûriyeta polîsan îfade bidin. Dema polîs li Sîner geriyan, wê demê li welat bû û xwest li welat biçe li midûriyeta polîsan îfade bide. Lê polîsan ji wî xwest ku li Stenbolê îfade bide. Dema muwekilê min hat Stenbolê dîsa polîs lê geriya û xwest biçin îfade bidin. polîsên ku li muvekkilimê min geriyan her dem xwestin bi wî re sohbet bikin. Her dem li ser wî zextên derûnî meşand. Ewlehiya muvekkê me tune ye. Em dê der barê vê yekê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Gaziosmanpaşa ya Stenbolê bidin."    Gul da zanîn ku muwekilê wê berê xebatkarê Rojnameya Yeni Yaşam a berê bû û wisa difikirin ku ji ber vê yekê rastî gefan tê.    Omer Siner jî diyar kir ku roja cafeya xwe vekir polîs li wî geriyan û jêre gotin “Tu dê were an em werin?" Sîner da zanîn ku dema çû miduriyeta Gazî, polîsan bi wi re sohbet kiriye û xwestine bibin hevalên hev û ji wî xwestine ku ji wan re sîxuriyê bikin. Sîner,  da zanîn ku ji ber ev daxwaza polîsan qebûl nekiriye, di 3'ê Cotmehê de bi ser kafeya wî de girtine û 60 milyar ceza li wî birîne. Sîner, anî ziman ku zextên li ser wî didome.    Siner, xwest ev rewş bi dawî bibe.