Polîsan deriyê buroya Rojnameya Yenî Yaşamê ya Amedê şikandin 2018-10-09 12:49:55   AMED – Polîsan di çarçoveya operasyona li dijî siyasetmedar û rojnamegeran a li 9 bajaran de bi ser buroya îrtibatê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya Amedê de girtin û deriyê buroyê şikandin. Polisan di lêgerînê de gelek alavên buroyê û bilgisayarên li buroyê desteser kirin.    Polîsan bi fermandariya Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 9 bajarên ku navenda wê Amed e operasyon pêk anî. Di operasyonê de nêzî 100 kes binçav kirin. Li Amedê, polîsan bi maşîneyên zirxî bi ser gelek mal, kargerî û saziyên civakî û rêxistinî de girtin. Polîsan deriyên gelek mal û saziyan şikandin û ketin hundiran. Di hûndir de lêgerîn kirin. Di heman demê de, polîsan bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li Dîclekentê û buroya Îrtîbatê ya rojnameya Yenî Yaşamê de jî girtin. Polîsan di serdegirtina buroya îrtîbatê ya Rojnameya Yenî Yaşamê de deriyê buroyê şikandin Ji ber ku kesek li buroyê tune bu derî şikandin û ketin hundir. Polîsan piştî li buroyê lêgerîn kirin gelek hard û bîlgisayarên li buroyê desteer kirin. Polîsan bi ser malên xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Hayat Ozmez û Savaş Aslan de jî girt û Ozmez û Aslan binçav kirin.  Polîsan bi ser mala Dayika Aştiyê Hawa Kiran de jî girtin. Polîsan piştî li mala Kiran lêgerîn kirin dayika aştiyê Songul Tamriş binçav kirin.