Rojnameger Gok hefteyek berê li TEM’ê îfade dabû 2018-10-09 12:27:14   AMED - Rojnameger Abdurrahman Gok ku wêneyê kuştina Kemal Kurkut ê li qada Newrozê kişandibû dîsa li Şengal û Kobanê şahidê şer kiribû û kêlî bi kêliyên şer bi cîhanê re parve kiribû, hefteyek berê li gel parêzerê xwe li Şaxa TEM'ê ya Amedê ku niha lê di bin çavan de ye, îfade dabû.    Rojnameger Abdurrahman Gok ku di nava çapemeniya kurd de gelek tê nasîn û îmze avêtiye bin gelek nûçe û wêneyên ku bûne manşet û rojev dane, şev nîvê şevê li mala xwe hat binçavkirin. Polisan bi ser mala Gok de girtin û derî şikandin û ketin malê. Polîsên ku ketin malê Gok û hevalê wî yê malê li erdê dirêj kirin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan di lêgerînê de mala wî tev li hev kirin û gelek alav û amûrên wî yên nûçeyan desteser kirin. Polîsan piştî Gok, binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polîsan  Di operasyona 9 bajaran de nêzî 100 kesan hatibûn binçavkirin. Gok bi "Avakirina KCK/TM'ê tê tawanbarkirin.    HEFTEYEK BERÊ ÎFADE DABÛ   Rojnameger Abdurrahman Gok ku di Newroza Amedê ya 21'ê Adara 2017’de dema polîsan di nokteya lêgerînê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut kuşt, bûyera kuştina Kurkut kêlî bi kêlî kişand. Dîsa ji koçberiya Şengalê û şerê Kobanê re şahidî kiribû û geşedanên li Kobanê û Şengalê bi cîhanê re parve kir. Rojnameger Abdurahman Gok, hefteyek berê (Di 2'ê Cotmehê) de li ser banga polîsan li gel parêzerê xwe çû Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan û îfade dabû polîsan. Gok ku der barê nûçeyên 2012-2014'an de hemû pirs bersivand, piştî îfade da serbest hatibû berdan.    POLÎSAN DEST DANÎ SER KUPURÊ NÛÇEYAN    Polîsan berê jî gelek caran bi ser mala Gok de girt. Pişti ku wêneyê kuştina Kemal Kurkut kişandin jî bi ser mala Gok de girtin. Polîsan vê carê di serdegirtinê mala Abdurrahman Gok de alav û amûrên ku di serdegirtinê berê de desteser nekiribû vê carê desteser kirin. Hemû amûr û berhemên nûçeyan û kupurên rojnameyan dev desteser kirin. Kartên telefonê jî desteser kirin. Gok, ji sala 2004'an heta niha rojnamegeriyê dike. Heta niha li Tirkiye û herêmê îmze avêtiye bin gelek nûçeyên girîng.