Rojnameger Çelîk hat berdan, Kanaat û Ogreten nehatin berdan 2017-10-24 17:37:49 STENBOL - Ji rojnamgerên ku ji ber  e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ku ji aliyên RedHackê ve hatin bidestxistin û weşandin kirin nûçe hatin girtin, Omer Çelik hat berdan.  RedHackê demek berê e-maîlê Wezîrê Enerjiyê  Berat Albayrak bi dest xistibû û ew di înternetê de weşandibûn. Ji ber ku van e-maîlên hatin weşandin kirin nûçe, 3 rojnamger hatibûn girtin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 29'emîn a Stenbolê hat dîtin.   Di dozê de der barê Gerînendeyê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin Omer Çelîk de biryara tahliyeyê hat dayîn. Her wiha der barê edîtorê Dîkenê Tunca Ogreten û xebatkarê rojnameya BîrGunê Mahîr Kanaat de jî biryara berdewamiya girtina wan hat dayîn.   Heyeta dadgehê ya ku daxwaza mudaxiliya dozê Albayrak qebûl kir, doz taloqî 6'ê Kanûnê kir.