Li dijî barageha eskerî êrîş: Eskerek mir û 3 esker jî birindar bûn 2018-10-09 11:47:43 COLEMÊRG - Li Çiyayê Guven ê navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî barageha eskerî êrîşa bi fuze pêk hat. Di êrîşê de eskerek mir û 3 esker jî birindar bûn. Hat zanîn ku di êrişê de operatorê kepçeyê jî birîndar bû.  Walîtiya Colemêrgê têkildarî êrîşê daxuyanî da. Walîtiyê diyar kir ku li herema Çiyayê Guven ê navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî barageha eskerî êrîşa bi fuze pêk hat. Walitiyê da zanîn ku di êrîşa ji aliyêi HPG'ê ve pêk hatiye de eskerek mir û 3 esker jî birindar bûn. Hat zanîn ku di êrişê de operatorê kepçeyê jî birîndar bû. Eskerên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê.