Xwîneran bêriya ‘rojnamegerê duçerxa hêşîn’ kiriye 2018-10-09 11:42:13 EDENE – Di ser qetilkirina Kadrî Bagdu yê 16 sal li ser duçerxa hêşîn rojnameyan belav kir de 4 sal derbas bû. Heta îro ne kiryar hatin dîtin û ne jî di dosyeya lêpirsînê de gavek pêşketin çêbû.  Li Taxa Ova ya Navçeya Seyhana Edeneyê di 14’ê cotmeha 2014’an de belavkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Kadrî Bagdu dema li ser duçerxê rojnameyan belav dikir hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Bagdu de 4 sal derbas bû. Li gel ewqas demek dirêj derbas bû jî heta niha ne kiriyar hatine girtin û ne jî pêşketinek di dosyeya lêpirsînê de çêbûye. Têkoşîna hiqûqî ya malbata Bagdû û hevpîşeyên wî didome. Daxwaza wan sereke ew e kiryarên Bagdu bên darizandin.    Dema Bagdu serê sibê li ser duçerxa xwe ya hêşin rojname belav dikir, kesek bi rûpoş li ser motosîkletê ji pişt ve êrîş kir û ew qetil kir. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîn da destpêkirin lê bes bûyerê wek “Bûyerek terorî nîne, bûyerek edlî ye” nirxand û bi biryara “lêgerîna daîmî” dosyeyê ji kiryar ne diyar re berda. Dema Bagdu hat qetilkirin DAIŞ’ê êrîşî Kobanê dikir û bûyer dişibiya ya DAIŞ’ê. Ev bûyer di heman demê de yekemîn qetilkirina sivîl bû li Tirkiyeyê bi destê DAIŞ’ê hatiyek kirin.    ZEXT, ÎŞKENCE Û KOÇBERΠ   Bagdu tevahiya jiyana xwe bi zextên dewletê re rû bi rû ma. Bagdu bi boneya di salên 90’î de pergala cerdevaniyê qebûl nekir ji gundê Erkendî yê girêdayî navçeya Perwariya Sêrtê ewil koçî Mêrsînê û pişt re jî koçî Edeneyê hatibû kirin. Gellek caran mala wî hat serdegirtin û li ber çavê zarokên xwe gellek caran îşkence lê hat kirin. Tevî ewqas zext û îşkenceyê wî tu carî gav paş de neavêt û têkoşîna xwe ya rojnamegeriyê dewam kir.    16 SALÊ BÊWESTAN    Bagdu ewil li Edeneyê li ser tezgahan fêkî û sebzeyan firot û di sala 1998’an de di rojnameya Ulkede Gundem dest bi karê belavkariyê kir û ji wê rojê heta roja hat qetilkirin rojname belav kir. 16 sal bê westan karê belavkariyê kir û gel bê agahî nehişt. Her roj di berbanga sibê de li duçerxa xwe ya hêşîn siwar dibû û dest bi belavkirna rojnameyan dikir.    BI KELECANA KOBANÊ BELAVKARÎ DIKIR    Bagdu roja 14’ê cotmeha 2014’an jî wek her rojê berbanga sibê rabû ewil rojnameyên xwe kontrol kir û piştî rojname xwend li duçerxa xwe ya hêşîn siwar bû û ket ser rêya malên xwîneran. Rojev tije bû û çavê cîhanê li ser Kobanê bû. DAIŞ’ê ketibû Kobanê û şerê giran diqewimî. Li tevahiya cîhanê gelê kurd û dostên wan li ber xwe didan û piştevaniya Kobanê dikirin. Rojnameya Bagdu jî belav dikir tekane rojeva wê Kobanê bû. Bagdu bi rûhê wê berxwedana Kobanê bi kelecanî rojname belav dikir û bi moralek herî xwe kar dikir.    BI DUÇERXA XWE BER BI RÊWITIYA DAWÎ VE XATIR XWEST    Rojnameyên belav dikir ber bi qedandinê ve diçû. Tenê çend rojnameyên wî mabûn. Dema bi duçerxa xwe dê êdî ji belavkariyê vegeriya li nava kolanek taxê ji aliyê kesek rûpoş ê li motosîkletê siwar bûyî hat. Qatil ji paş ve gule berdayê û 5 gule li bedena Bagdu ketin. Bagdu heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî dest ji rojnameya berneda. Cixara wî ya dawî jî di nav tiliyên wî da man û bi xwînê sor bû. Bagdu yê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û bi durçerxa xwe ya hêşîn ber bi asîmanên hêşîn ve dest bi rêwîtiyek din kir…    MA / Hamdullah Kesen