326 şivanên TÎGEM'ê 15 rojin li benda çareseriyê ye 2018-10-09 11:32:42   RIHA - 326 şivanên Cotgeha TÎGEM'ê ya Serêkaniyê ku mafê xwe xwestin û ji kar hatin avêtin, ji ber heqê xwe û zema meaşê xwe nagirin li parkan li benda çareseriyê ne.    Li Cotmeha Midûriyeta Giştî ya Karên Çandiniyê (TİGEM) ya Serêkaniya Rihayê 326 şivanên ku mafê wan hat binpêkirin û mafê xwe xwestin ji kar hatin avêtin, 15 rojin li benda çareseriyê ne. Şivanên ku ji kar hatin avêtin li parkên Serêkaniyê û Wêranşarê ji bo mafê xwe bistînin li benda çareseriyê ne. Şivanên ku doza heqê xwe yê mirovî kirin û bi cîgirê midûrê TÎGEM'ê re hevditin kirin, rastî neheqiyan hatin û ji kar hatin avêtin. Şivanan diyar kirin ku Cîgirê Midûrê TİGEM'ê bertek nîşanî wan daye û gotiye "Şertên me ev in, ger ku nayê hesabê we herin" û ew ji kar avêtine. Şivanan anîn zimn ku 15 rojin ji kar hatine avêtin û li benda çareseriyê ne. Şivanan destnîşan kirin ku ew muhataban nabînin û xwestin cemawerî li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin. Şivanan anîn ziman ku pereyê di destê wan de jî biqede êdî dê perîşan bibin û tiştekî bikin tune ye.   Şivan Mustafa Paçal, diyar kir ku her sibe li Parka Develî ya Wêranşarê kom dibin û diyar kir ku mexdûr bûne û bêyî daxwaza xwe ji kar hatine avêtin. Paçal, da zanîn ku rêveberiya TİGEM'ê di wextê de meaşê wan nadin wan û wiha got: "Ji bo em mafê xwe bixwazin me bi cîgirê midûr re hevditin kir. Lê cîgirê midûr ji mere got 'Şert ev in hûn di van şerdan de kar dikin bikin, ger ku hûn kar nakin jî herin' û heqaret li me kirin. Em bi heqê herî kêm dixebitin. Em meaşê xwe di wexta wê de nastînin. Dema pereyê heqê me didin me jî kêm didin an jî dereng didin. Keçek min a nexweş heye. Heqê me yê ku diviya bû di 15'ê mehê de razandina, di 25'ê mehê de razandin. Niha me 326 şivanên karker dest ji kar berdaye. Ev meaş têra gelek hevalên me nakin. Tenê 326 mirov li vir mexdûr nebûne. Li vir gelek jê xwedî malbatin. Bi wan re malbata wan jî mexdûr dibin. Her şivanek li 7-10 zarokan dinere. Keça min û hevjina min nexweş e. Li vir muteahidan xwîna me dimijin. Ji 2002'an heta niha em li vir şivaniyê dikin. Heta 2012'an em li vir bê sîgorta xebitîn. Ez mafê xwe yê kar û peymana xwe dixwazim. Em ji xeynî mafê xwe tiştekî din naxwazin. Li gorî peymanê 4 saat mesaî heye. Heqê serwîsê heye. Ne heqê serwîsê didin û ne jî serwîsê didin. Hemû pereyê me dikeve berîka mutahîdan. Me destûra xwe ya salî jî nestend. Em rojê yekmeşê jî nikarin destûrê bistînin.    'KES ŞIVANAN GUHDAR NAKE'    Karkere Şivan Mustafa Aslan jî anî ziman ku 6 zarokên wî hene û 15 rojin ji kar hatine avêtin û betal in. Aslan, anî ziman ku piştî ji kar hat avêtin neçar ma ku zarokê xwe yê 10 -12 salî bişîne ser zeviyên pembo û wiha got: "Min di 2007'an de dest bi kar kir. Di 2009'an de sîgortaya min çêkirin.  Me xwest pirsgirêkên me çareser bibin. Lê li şivanan guhdar nakin. "    DI FERMIYETA 8 SAET Û DI PRATÎKÊ DE 24 SAET E   Karkerê Şivan Yusuf Kirat  jî anî ziman ku ne tenê 326 şivan mexdûr bûne li gel wan nêzî 3 hezar mirov mexdûr bûne. 6 zarokên min hene. Roja min bi 53 TL ye. Peyman li gorî 8 saetan amade kirine. Lê em rojê 24 saetan kar dikin. Em dixwazin li ser TÎGEM'ê lêkolîn bikin. Di dema hilbijartinê de dibêjin derdê xwe ji mere bêjin. Li TİGEM'ê 80 hezar sewalan jê 65 hezar sewal pez e. 15 hezar dewar in."