Danişîna biryarê ya rojnameger Taşkin dê sibê bê dîtin 2018-10-09 11:24:45   MÛŞ - Danişîna biryarê ya derbarê rojnameger Seda Taşkin de hatibû vekirin dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mûşê bê dîtin. Parêzera Taşkin Gulan Çagin Kalelî, diyar kir ku Taşkin bi awayekê bêhiqûqî tê girtin û bang tevlîbûna danişînê kir.   Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin, di 20'ê Kanûna 2017'an de li Mûşê hat binçavkirin, piştî 4 rojan di bin çavan de ma, bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Li ser îtîraza dozger Taşkin, di 22'ê Çile de li Enqereyê hat binçavkirin û girtin. Taşkin bi îdîya “Endamtiya rêxistinê" û “Propagandeya rêxistinê kirin” li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê tê darizanin. 4’emîn danişîna biryarê ya Taşkin a li Girtîgeha Jinan a Sincan tê girtin sibê dê bê dîtin. Li bendê ye şandeya dadgehê di danişîn de biryarê bide.    ‘DI ŞEXSÊ SEDA AJANSA LÊ DIXEBITE TÊ DARIZANDIN’   Parêzera Taşkin Gulan Çagin Kalelî, diyar kir ku Taşkin bi awayekê bêhiqîqî tê girtin û wiha got: “Sibe dê danişîna biryarê ya Taşkin bê dîtin. Di hemû danişînande Taşkin çi karî dike bi awayekê zelek hemû vegotin. Seda rojnamegereke û hewl dide bi awayekê herî baş karê xwe yê pîşeyê bike. A rastî di şexsê Seda de ajansa lê dixebite tê darizandin. Ên ku Seda didarizînin vê yekê baş dizanin.”   ‘POLÎS DIKEVIN DANIŞÎNÊ’   Kalelî, da zanîn ku polîs dikevin danişînê û wiha got: “Ji bo piştevaniyê em bang li hemû dost û hempîşeyên Sedam kirin ku di 10’ê Cotmehê de beşdarî danişînê bibin û xwedî vê dosyeyê derbikevin. Kesên ku tehemûlê dengên mûxalîf nakin, bi hêza darazê hewl didin hemû dengan bibirin.”