Îtîraza berdana bersûcên Şemzînanê red kirin 2017-10-24 16:57:03   WAN – Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur li dijî berdana bersûcên Pirtûkxaneya Umutê îtîraz kir. Îtîraza Tîmûr kir hat redkirin.    Îtîraza ji bo bersûcên doza Pirtûkxaneya Umutê ya Şemzînanê astsubay Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên hatibûn berdan û carek din ji nû ve bên darizandin hat redkirin. Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur bi daxwaza “Darizandin ji nû ve bê kirin” û “Rawestandina înfazê” serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Wanê da. Îtîriza Tîmur bi hevokek tenê hat redkirin.