Oztuzun: Dixwazin bi tecrîtê Projeya Neteweya Demokratîk asteng bikin 2018-10-09 10:21:32   ÊLIH – Parêzer Mûhdî Oztuzun, diyar kir ku bi tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê berdewam dike, armanc dikin ku “Projeya Neteweya Demokratîk” a gelan tîne ba hev astend bikin û got: “Ger tecrît bê rakirin dê şer bi dawî bibe. Encex gel karibin tecrîtê bişkînin.”   Di 9’ê Cotmaha 1998’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxisin û di ser derxistina Ocalan re 20 sal derbas bûn.      Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê, ji wê rojê û vir ve li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dibin tecrîtê tê girtin. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘Rewşa Awarte’ serlêdanên parêzeran red dike. Yek ji parêzerên Ocalan Mûhdî Oztuzun, diyar kir ku “Komploya Navneteweyî” bi tecrîtê berdewam dike.    'TECRÎT DÊ ÇAWAN BI DAWÎ BIBE?'   Oztuzun, anî ziman ku hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê du tecrîtên cuda birêve dibin û wiha axivî: “Divê komployên 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibat îro ji nû de bên nirxandin. Divê em mijarên gelo komplo bi serneket, an jî dewam dike û tecrîtê çawan bi dawî bikin ji nû de bigirin dest. Sedema herî girîng a komploya 9’ê Cotmehê, belavbûna Projeya Rojhilata Mezin a kapitalîzma kurewî û Rojhilat Anadolî ya Avrasya bû. Tenê Ocalan û tevgera ku rêbertiya wê dike li hemberî vê projeyê asteng bûn. Ji ber vê xwestin nêrîn û pêşniyarên wî ji tevgerê qût bikin. Ji ber ku teorî û pratîka Ocalan li ser neteweya demokratîk hatibû avakirin. Tenê projeya Ocalan a “Neteweya Demokratîk li hemberî projeya şer a hêzên navneteweyî asteng û dixwazin vê projê tune bikin. Ji ber vê projeye hîna komplo û tecrît berdewam dikin.”   BIRYARA DMME     Oztuzun, anî ziman ku tecrît bi du alî berdewam dike û wiha got: “Yek jê tecrîta hêzên navneteweyî ye. Ji ber ku projeya neteweya demokratîk, gelan tîne bahev û rijandina xwînê radiwestîn, li pêşiya  projeya hêzên navneteweyî astengiyek mezine. Ji ber vê biryara DMME û tecrîta li Tirkiyeyê bi hev ve girêdayîne. Tirkiye tenê rolê gardiyentiyê dilîze. Tirkiye dem bi dem tenê li gorî berjewendiyên xwe astan tecrîtê zêdetir dike.”    'EM DI REFÊ DE MAN'   Oztuzun, da zanîn ku encex gel karibin tecrîtê bişkînin û wiha bilêv kir: “Divê em tecrîtê baş nîqaş û analîz bikin û bi gelên Tirkiyeyê bidin fam kirin. Di warê vegotina tecrîtê ya ji gelên Tirk re li gorî min em di refê de mane. Em di teqîna li Êlihê dît ku 8 leşkeran jiyan xwe ji dest dan. Ger tecrît bi dawî bibe ev mirin dê çênebin û zorken gelên kedkar ên xizan jiyana xwe ji dest nedin. Hêzên navneteweyî tecrîtê berdewam dikin. Ev hêz hewl didin, rêberekê nû derbixin holê. Divê me vê rastiyê ji gelê Kurd re baş vebêjin.”    'EM DIKARN ÇI BIKIN'   Oztuzun, anî ziman ku hêzên navneteweyî dinava lêgerînek bazarê dene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin tevgereke Kurdan a yedek li Rohilata Navîn hebe. Dixwazin YPG û PYD’ê bikin yedekên xwe, lê ev tevger jî Birêz Ocalan referans digirin. Ev jî sedama komplo û tecrîtê radixe ber çavan. Encex gel kiribe vê tecrîtê bişkîne. Divê em li ser gelo ‘em dikarin çi bikin’  nîqaş bikin. Ger tecrît bê rakirin, dê şer jî bi dawî bibe. Vê yekê jî encex gel karibin bikin.”