'Hîn jî li ser mêrdewanan dengê wî dibihîsim...' 2018-10-09 09:10:51 STENBOL - Mûstafa Dogan, bavê Guney Doganê ku di Komkujiya Enqereyê de mir, got: "Her cara têm malê, dengê lingên wî yê li ser mêrdewanan dibihîsim. Tu dibê qey Guney di mêrdewanê de tê. Guney dijî, dê bijî."  DAIŞ'ê di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê êrîşî Mîtînga Aştiyê kiribû. Di êrîşa bombeyî de 103 kes miribûn û bi sedan kes jî birîndar bibûn. Ji kesên mirin yek jê jî Xwendekarê Endezyariya Înşeatê yê Zanîngeha Stenbolê ya Teknîkê Guney Dogan bû. Bav Mûstafa Dogan, bilêv kir ku di dîroka Tirkiyeyê gelek komkujî pêk hatine û got: "Dema em bala xwe didin dîroka vî welatî, di navbera duh û îro de tu cudatî tune ye. Kesên li vî welatî dibin îktîdar hemû di heman tempoyê de ne. Kesên dibin îktdar hebûna xwe di ser komkujiyan re dewam dikin. Erê, edalet tune ye lê ev nayê wateya ku em ê ji bo edaletê hêvîşikestî bin. Helbet wê rojekê edalet were vî welatî. Dê ev jî bi têkoşîna me pêk bê. Teqez dê bi bedêla şehîdên me edalet were vî welatî."    ‘ÎKTÎDAR BI XWÎNÊ XWE XWEYÎ DIKE'    Bav Dogan, diyar kir ku nêzî du sal in dadgeh didome û ev yek ji bo malbatan veguheriye cihê îşkenceyê û got: "Ev pêvajo wekî îşkenceyê derbas bû. Ji bo eziyetê bi me bidin kişandin û dadgeh birin devereke wisa ya Enqereyê, ji bo em nikaribin biçin. Lê em dibin kuderê bila bibin, em ê tu carî dev ji lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bernedein. Heta edalet neyê em ê dev ji vê dozê bernedin."    ‘KESEK TENÊ JÎ JI ME BIMÎNE EM Ê DOZA AŞTIYÊ BIKIN'    Dogan, diyar kir ku kesên çûn Enqereyê di dest wan de pênûs û li ser zimanê wan jî peyva aştiyê hebû û got: "Kesên çûn Enqereyê di dest wan de bombe û çek tune bûn. Ji bo ev welat bibe wargeha edalet û aştiyê, ji bo mirov nemirin çûn. Armanca wan ev bû. Lê îktîdara ku xwe bi xwînê xweyî dike, tenê di gotinê de behsa demokrasiyê dike. Loma dema dengê aştiyê dibihîse adiz dibe."     Dogan, anî ziman ku ew ê tu carî dev ji edalet û aştiyê bernedin. Dogan diyar kir ku her diçe rewşa welat xirab dibe û got: "Kesek tenê jî ji me bimîne em ê dev ji aştiyê bernedin."    ‘DÊ GUNEY TIM BIJÎ'    Dogan, anî ziman ku ji ber wî nexwendiye xwendina Guney ji bo wî bûbû cihê hêviyê û got: "Ji ber min enxwendibû xemgîn bûm. Min digot 'ger rojekê bizewicim, ji bo zarokên min bixwînin ji dest min çi bê ez ê bikim.' Min gotibû 'Guney min enxwend, etqez divê tu bixwînî.' Dema nû dest bi dibistanê kir gotibû 'ez ê wê kêfxweşiyê li te peyda bikim û ez ê bixwînim.' Û xwend. Her cara têm malê, dengê lingên wî yê li ser mêrdewanan dibihîsim. Tu dibê qey Guney di mêrdewanê de tê. Guney dijî, dê bijî."    TEVDÎR NEHATIN GIRTIN    Dayik Derman Dogan jî diyar kir ku roja mîtîngê baş tevdîr nehatine girtin û got: "Ger wê rojê tevdîr baş bigirtana, kî dizane belkî Guney niha li vira bûna. Melkî em êş nekişandan, em aram bûna. Mala min xera kirin. Mirov xweşik ji me stendin. Xwestekên wan hebûn. Ma ne heyfa van mirovan bû? Li her derê Tirkiyeyê bombe teqiyan. Dewlet bi zanebûnî kir."    ‘KURÊ MIN TENÊ DOZA AŞTIYÊ KIR'    Dayik Dogan, anî ziman ku kurê wê tenê ji bo aştiyê çûbû Enqereyê. Dogan bal kişand ser pêvajoya darazê jî û got: "Dozger, polîs û leşkerên li wir jî ê wan in. Her ku em diçin em eziyeteke din dikişînin. Nahêlim em lie rdê jî rûnên. Wekî ku em ne mirovên vî welatî bin, wisa nêzî me dibin."    Dogan got: "Bi rastî jî ger dewlet dewlet bûna, dê bi awayekî pir giran ev kesana ceza bikirana. Walîtiya Enqereyê, serokwezîr guh nedanê. Tu tişt nekirin. Pir aşkere bû ku dê bombe li wira biteqe. Rayedarên dewletê, dozger, polîs hemû berpirsiyar in."    'WEKÎ MIRIYA ME'    Dogan, destnîşan kir ku piştî kurê wê mir hemû hêviyên wê jî pûç bûn û got: "Niha wekî miriya me. Li kuderê bimeşim dibêm qey Guney jî bi min re dimeşe. Dema ciwanan dibînim, dilê min perçe perçe dibe. Çima kurê min bi rê ve naçe? Çi sûcê wî hebû? Bêyî ku dewlet alîkariyê bike min bi xwêedana eniya xwe ew mezin kir. Ciwanekî pir xweşik bû. Kurê min ji min stendin."    MA / Servet Karaduman