ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-09 09:00:42 * Li Colemêrgê piştî ku nan hat zemkirin, welatî êdî dest bi çêkirina nanê tendûrê kirin.  * Mûstafa Dogan, bavê Guney Doganê ku di Komkujiya Enqereyê de mir, got: "Her cara têm malê, dengê lingên wî yê li ser mêrdewanan dibihîsim. Tu dibê qey Guney di mêrdewanê de tê. Guney dijî, dê bijî."    * Di dosyeya Restoratora Mîmarî Dîlek Dayar de ku di Tîrmehê de di cinayeteke karî de mir, lêpirsînek çalak nehatiye birêvebirin û delîl nehatine berhevkirinç Birayê wê Sedat Dûyar bertek nîşanî vê yekê da û got, ji bo berpirsiyar bên darizandin ew dê dev ji vê dozê bernedin.    * Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, bilêv kir ku heta niha bi tu awayî daxwaza wan a ji bo berdana Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê nehatiye bersivandin. Yaliçindag diyar kir ku li welat hiqûqeke dumendî heye û got: "Parlementerê CHP'Î yê cezayê wî hat pesendkirin hat berdan, lê Guvena ku hîn nehatiye cezakirin nayê berdan."    * Wênekêş Bûrhan Gîzlenmîş, ji ber nexweşîna pençeşêrê mecbûr ma wênekêşên xwe yên pir ji wan hez dike bifiroşe. Gîzlenmîş, diyar kir ku rewşa wî ya aborî nebaş e û ji bo piştevaniyê bang li herkesî kir.    * Di operasyona li hemberî HDP'ê de 140 HDP'î hatin binçavkirin. Parlementerê HDP'ê Dr. Necdet Îpekyuz vê yekê nirxand û got: "Îktîdar nizane çi dike, nizane dê çi çawa bibêje, tenê li hêrsê siwar bûye." Îpekyuz, got tiştên kirin gel natepisîne, bereksê wê gel hêrstir dike.    * Li Stenbolê di 14'ê Tebaxa 2015'an de Mazlûm Kaynak bi gumana dizî kiriye hat binçavkirin, lê bela dema wî dibirin edliyeya ya li navçeya Karasû ya Sakaryayê bi îdiaya reviyaye polîsan bi çekê bera wî da û kuşt. Di doza hat kirin de derket holê ku polîs derew kirine û ji paş ve bera Kaynak dane.    *Rêxistin û saziyên civaka sîvîl, dê bi boneya salvegera dîroka destpêkê ya komploya  navneteweyî 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li avahiyên HDP’ê yên navçeyên Kagithane, Sultanbeylî û  Esenyurt çalakiya greva birçîbûnê pêk bînin. (10.00-18.00)   *Nivîskar û rêveberên rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Eren Keskîn, Reyhan Çapan, Reyhan Hacioglu, Nuray Ozdogan, Celalettîn Can, Ayşe Batûmlû, Ayşe Berktay, Fîlîz Koçalî û Huseyîn Aykol dê li Dadgeha Cezayê Giran a 14’emîn a Stenbolê derkevin pêşberî dadger.(09.30)   * Danişîna doza Yrd. Doç. Dr. Esra Mungan, Yrd. Doç. Dr. Meral Camci, Yrd. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kivanç Ersoy ên ji ber ku belavoka “Em nabin hevparê vî sûcê” îmze kirin tên darizandin, dê li Dadgeha Cezayê Girabn a 13’emîn a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   *Danişîna Nûnerê Tirkiyeyê (RSF) Erol Onderoglu, nivîskar Ahmet Nesîn û Serokê Giştî yê TÎHV Prof. Dr. Şebnem Koruru Fîncanci yên beşdarî kampanyeya “Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar”a piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin bûn, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn a Stenbolê bê dîtin. (11.00)   *Parlamenterên HDP’ê yên herêmê, dê derbarê 9’ê Cotmehê dîroka destpêkê ya komploya  navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Azel Plaza ya Ofîsê daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.00)   *Odeya Bijîşkên Amedê, ji bo bijişkê pispor ê psîkiyatrî yê li Stenbolê hat kuştin, dê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbbî daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)   * Di civîna koma HDP’ê ya asayî de, dê Hevserokê Giştî Sezaî Temellî biaxive. (12.30)   * Rêxistina HDP’ê ya Wanê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   *Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê û Nûnertiya TUAYDER a Çukurovayê, bi armanca şermezarkirina komploya  navneteweyî 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê li avahiyên xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)