Li Licê operasyona leşkerî didome: 2 kes hatin binçavkirin 2018-10-08 19:39:50   AMED - Li Licê hefteyeke operasyona leşkerî didome. Di çarçoveya operasyonên leşkerî de du welatiyên li ber malên xwe rûniştibûn hatin binçavkirin.    Li navçeya Licê ya Amedê hefteyeke operasyona leşkerî didome. Di çarçoveya operasyonên leşkerî de li gundê Çemê Elika Mehmet Alî Oyûnlû (82) û kurê wî Mehmet Oyûnlû (45) ku li ber mala xwe rûniştibûn hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku herdu welatî li weayîta leşkerî hatine siwarkirin û nehat hînbûn ku ew birine kuderê.    Her wiha hat destnîşankirin ku li gund nexweş hene, lê belê leşker destûrê nadin biçin nexweşxaneyê û gefan li şêniyên gund dixwin.    Şêniyên gund bang li herkesî kirin û gotin: "Em nikarin tiştekî bikin. Tiştekî bikin, rewşa me nebaş e. Bi awayekî kêfî em binçav dikin."